Kurdistan Gihişte Qada Futbolê ya Spanyayê: Visit Kurdistan Bi Serbilindî Hate Pêşandan!
Kurdistan Gihişte Qada Futbolê ya Spanyayê: Visit Kurdistan Bi Serbilindî Hate Pêşandan!
Kampanyaya #VisitKurdistan gihîşt stadyumên futbolê yên Spanyayê, ku di dema lîstikên girîng de markaya Kurdistanê bi serbilindî hate pêşandan. Armanc ew e ku geştyariya Kurdistanê li ser asteke cîhanî bê pêşxistin.
Di çarçoveya vê kampanyayê de, markaya "Visit Kurdistan" bi şanazî di dema maça mezin a li hember Barcelona de hate nîşandan. Herwiha, şeva borî di lîstika Guadalajara de jî cîh girt, û îro dîsa di seranserê maça Real Madrid û Talavera de ronî da, bal kişand ser Herêma Kurdistanê.
Ev însîyatîf diyar dike ku Kurdistan bi awayekî çalak dixebite ji bo danasîna xwe li qadên navneteweyî, bi taybetî bi riya bûyerên werzîşî yên populer ên mîna Kûpaya Qral (Copa Del Rey).
#VisitKurdistan #Kurdistan #Football #CopaDelRey