Dîroka Xendeqiyên Şimzî ji Xaltaniyê Heta Almanyayê
Pirtûka Nû ya Kemal Tolan: "Dîroka Xendeqiyên Şimzî ji Xaltaniyê Heta Almanyayê" Dê Di Demeke Nêzîk de Bigihîje Ber Destên Xwendevanan
Nivîskar Kemal Tolan bi serbilindî ragihand ku pirtûka wî ya nû, bi navê "Dîroka Xendeqiyên Şimzî ji Xaltaniyê Heta Almanyayê", dê di demeke nêzîk de ji aliyê xwendevanan ve bê xwendin.
Di peyameke xwe de, Tolan diyar kir ku ev berhem bi alîkariya Xwedê û Tawisî Melek hatiye amadekirin. Pirtûk li ser lêkolîn, belge, û gotarên dîroka Xaltiyan, bi taybetî jî li ser zargotina rûspiyên Xendeqiyan û gundiyên Şimzê yên derbarê rewşa civakî, siyasî û ola wan de ye.
Nivîskar her wiha dilxweşiya xwe anî ziman û spasiya dîroknas, nivîskar û lêkolîner rêzdar Wasfî Ak kir, ku pêşgotinek ji bo vê berhemê nivîsand. Spasiyên taybet jî ji bo berpirsiyarên "Weşanxaneya NA" bûn, ku dê vê berhema tijî belge, delîl, serpêhatî, hevdîtin, şahidî, danasîn û raporan di demek nêzîk de bigihînin ber destên xwendevanên hêja.
Kemal Tolan hêvî kir ku xwendevan bikaribin ji van zanînên ku wî berhev kirine sûd bigirin. Ev pirtûk tê payîn ku bibe çavkaniyek girîng ji bo dîroka gelê Xaltî û serpêhatiyên wan ên ji Xaltaniyê heya Almanyayê.