Bahoz Baran: Polîtîkaya zimanê Kurdan lawaz e
Bahoz Baran: Polîtîkaya zimanê Kurdan lawaz e
Zimannas Bahoz Baran ji Rûdawê re axivî: "Polîtîkaya zimanê Kurdan lawaz e. Ji sedî 98 ê gel Kurdî dixwaze, lê planeke ku vê veguherîne projeyê tune."
"Kurdî divê ne tenê bibe stratejiya hevbeş a siyasetê; lê ya baroyan, odeyên pîşeyî û hemû saziyan."
Zimannas û nivîskar Bahoz Baran got ku ji bo pêşketina Kurdî li Tirkiyeyê, divê bi beşdariya hemû sazî û dezgehên Kurd re stratejiyeke hevbeş bê diyarkirin. Baran, rexne li polîtîkayên ziman ên heyî girt û got, "Daxwaza gel heye lê planeke ku vê daxwazê veguherîne projeyê tune ye."
Zimannas Bahoz Baran, ku bû mêvanê bultena Hevîdar Zana ya li ser Rûdaw TV'yê, der barê dersên Kurdî yên bijartî û rewşa giştî ya Kurdî li Tirkiyeyê de nirxand.
Wî tekez kir ku tevî hestiyariya bilind a gel a li ser mijara zimanê zikmakî, saziyên siyasî û sivîl di birêvebirina vê pêvajoyê de lawaz mane.
"Mesele du alî ye: Hem dewlet hem jî Kurd berpirsiyar in"
Baran diyar kir ku rewşa heyî ya Kurdî hem bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ye hem jî bi nêzîkatiya saziyên Kurd û wiha got: "Mesele du alî ye. Li aliyekî dewlet, li aliyê din jî em Kurd û saziyên me yên rêxistinbûyî hene. Di beşa dewletê de, tevî ku gavên wek dersên bijartî hatine avêtin, şert e ku Kurdî bibe ewlekariyek qanûnî û bi awayekî fermî bê naskirin. Lê em nikarin her tiştî bi tenê 'asîmîlasyon' bihurînin; di vê rewşê de berpirsiyariya Kurdan jî heye."
"Polîtîkaya zimanê Kurdan lawaz e"
Baran diyar kir ku saziyên Kurd ji plansaziyeke hevbeş bêpar in û bal kişand ser valahiya di navbera daxwaza gel û pratîka saziyan de: "Polîtîkaya zimanê Kurdan mixabin lawaz e. Li gorî anketên dawî, ji sedî 98 ê gel perwerdehiya bi zimanê Kurdî û mafê ziman dixwaze. Lê pirsgirêka sereke, nebûna kadroyên pispor e ku vê daxwaza mezin veguherînin projeyên berbiçav û planên stratejîk. Dema ku di sala 2012an de dersên bijartî hatin qebûlkirin, saziyên Kurd bi têra xwe li vê xebatê xwedî derneketin. Ger wê demê bi milyonan xwendekar Kurdî hilbijartibûna, dewlet dê neçar mabûya bi hezaran mamoste tayîn bikira."