Tara Mamedova Bi Kelecaneke Mezin Amadehiya Konsera Wanê Dike

Tara Mamedova Bi Kelecaneke Mezin Amadehiya Konsera Wanê Dike: Dê Sûrprîz û Performanseke Taybet Pêşkêş Bike

Sep 22, 2025 - 18:43
Tara Mamedova Bi Kelecaneke Mezin Amadehiya Konsera Wanê Dike
Tara Mamedova Bi Kelecaneke Mezin Amadehiya Konsera Wanê Dike

Wan - Kurdistan: Hunermenda Kurd a navdar, Tara Mamedova, ji bo konsera xwe ya mezin a li Wanê, ku dê di demek nêzîk de 22.10.2025 pêk were, kelecaneke mezin nîşan dide. Mamedova di peyameke xwe ya dawî de, ji hezkiriyên xwe re ragihand ku ew û tîma xwe bi amadekariyên taybet û bi surprizan ve mijûl in, da ku şevekê jibîrnekirî pêşkêş bikin.

Tara Mamedova di peyama xwe de got, "Ji bo konsera mezin a Wan'ê hindik ma. Em gelek bi kelecanin. Emê bi supriz û performanseka taybet li cem we bin." Ev gotinên hunermend, dilê temaşevanên wê yên li Wanê û derdora wê geş kirine û bendewariya konsertê zêdetir kirine.

Konsera Tara Mamedova, ku bi dengê xwe yê zelal û şîrîn, û bi şîrovekirina xwe ya taybet a stranên Kurdî tê nasîn, her tim eleqeyeke mezin dibîne. Tê payîn ku ev konsera li Wanê jî, wekî yên berê, bi beşdariyeke zêde pêk were.

Ji bo kesên ku dixwazin beşdarî vê şeva taybet bibin, Tara Mamedova bang kir ku cihên xwe ji niha ve bigrin. Biletên konserê li ser platformên firotina bilêtan ên wekî Biletix, Bubilet û Biletinial peyda dibin. Hûn dikarin bilêtên xwe ji lînka jêrîn jî bi dest bixin:

Bilet: https://www.bubilet.com.tr/van/etkinlik/tara-mamedova

Heyranên muzîka Kurdî û stranbêjiya Tara Mamedova, ji bo ku şahidî vê şeva efsanewî bikin, li bendê ne. Herkes bi meraq li benda surprîzên ku hunermend ji bo temaşevanên xwe amade kiriye, dimîne.