Aşpêj û Şefên Navdar Tên Bakurê Kurdistanê!

Pêşangeh dê gelek aşpêjên navdar û nivîskarên gurmeyê ji nav welêt û derveyî welêt li Wanê bîne cem hev.

Sep 22, 2025 - 18:57
Sep 22, 2025 - 18:57
Aşpêj û Şefên Navdar Tên Bakurê Kurdistanê!
Aşpêj û Şefên Navdar Tên Bakurê Kurdistanê!

Wan - Kurdistan: Jûra (Odeya) Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Wan TSO) di navbera 25-28ê Îlonê de 3yemîn Pêşangeha Gurmeyê û Xwarinê (Gastronomiyê) ya Wanê li dar dixe û dê mêvandarîya gelek kesayetiyên girîng ji nav welêt û derveyî welêt bike.

Aşpêjên navdar tên Wanê!

3yemîn Pêşangeha Gurmeyê û Xwarinê (Gastronomiyê) ya Wanê, ku armanc dike ku beşdarîya geştiyariya xwarina Wanê bike û çanda tamxweşîya bajêr li ser platformên neteweyî û navneteweyî bide nasîn, dê di navbera 25-28ê Îlonê de were lidarxistin.

şangeh dê gelek aşpêjên navdar û nivîskarên gurmeyê ji nav welêt û derveyî welêt li Wanê bîne cem hev.

Di nav kesayetiyên ku dê beşdar bibin de Serkêşê MasterChef 2024 Onur Üresin, Damezrênerê Restorana Goşt a Gunaydın Cüneyt Aşan, Kebapçî Bedri Usta yê Edeneyê, Seroka Komeleya Gastronomiyê ya Navneteweyî Ceyda Özdemirli, Serokê Federasyona Gastronomiyê û Aşpêjan a Avrasyayê Ahmet Karaman, Serokê Komeleya Aşpêjan a Profesyonel a Marmarayê Durmuş Yılmaz, Endama Federasyona Gastronomiyê û Aşpêjan a Avrasyayê Seda Bülbül, Serokê Komeleya Çand û Tûrîzma Gastronomiyê ya Elezîzê Harun Seyran, Şef Neclan Karakaş, Şef Sedat Aksu, Serokê Argela Tirkiyeyê Ahmet Çetin, Nivîskarê Gastronomiyê Talip Bayram, Nivîskara Gurmeyê Emine Beder, Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Cüneyt Ateş, Hilberînerê Naveroka Gastronomiyê Ayhan Mortepe, Şef Yaren Yıldız, Şef Fatma Boz, Şef Emrah Köksal Sezgin, Şef Yılmaz Seçim, Şef Maryam Mırzaeı, Şef Parısa Kavehangaran, Şef Farhad Honarjoo û Şef Mılad Mohammadi cih digrin.