Sînohe Bijîşkê Firawin bi şêrpençeyê ketiye

Belavbûna vîdeoyek Mehrdad Falahatgar, sînemakar û aktorê navdar ê Îranê, li ser torên civakî deng vedaye, ji ber ku di vîdeoyê de ew gelek bêhêz û lawaz xuya dike û ji xelkê daxwaz dike ku jê re dua û lava bikin.

Aug 23, 2025 - 16:54
Sînohe Bijîşkê Firawin bi şêrpençeyê ketiye
Aktorê navdar ê Îranî Mehrdad Falahatgar, di dema lîstina rola xwe de di drama Pêxember Yûsif de.

Lîstikvanê navdar ê Îranî Mehrdad Falahatgar, ku di rêzefîlma "Pêxember Yûsif" de rola bijîşk Sînohe (Bijîşkê Firawin) lîstibû, bi nexweşiya şêrpençeyê ketiye.

Belavbûna vîdeoyek Mehrdad Falahatgar, sînemakar û aktorê navdar ê Îranê, li ser torên civakî deng vedaye, ji ber ku di vîdeoyê de ew gelek bêhêz û lawaz xuya dike û ji xelkê daxwaz dike ku jê re dua û lava bikin.

Di vîdeoyê de, Falahatgar bi dengekî nizm diaxive û behsa wê yekê dike ku ev çend sal in tûşî şêrpençeyê bûye û çareseriya kîmyayî werdigire, heta niha 32 caran dermanê kîmyayî wergirtiye, lê hîna nexweşiya wî nehatiye çareserkirin.

Mehrdad Falahatgar di axaftina xwe de berdewam dike û dibêje, ji bo çandina diranan serdana bijîşk kiriye, lê derketiye holê ku tûşî şêrpençeyê bûye û ligel hevjîna xwe serdana Tehranê kirine ji bo wergirtina çareseriya pêwîst. Di dawiyê de jî ji xelkê daxwaz dike ku jê re dua bikin da ku tenduristiya wî baş bibe.