BCF Roja Cîhanî ya Karê Mirovî Bilind Radigre

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Roja Cîhanî ya Karê Mirovî Bilind Radigre

Aug 19, 2025 - 10:05
Aug 24, 2025 - 10:05
BCF Roja Cîhanî ya Karê Mirovî Bilind Radigre

Giringiya zêdetir dayina karê mirovî û gengeşekirina wan metirsî û astengiyên ku di rêya karê mirovî de ne, mijarek hestiyar û bingehîn e. Gelek kes hene ku di ber alîkariya mirovî de, bi dilxwazî û fedakarî, di dema qeyranan, şer, wêrankarî, belavbûna nexweşî û karesatên xwezayî yên wek lehiyê û erdhejê de, canê xwe xistine metirsiyê, tenê ji bo ku bigihîjin hewara lêqewimî û mexdûran.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di vê warê de para şêranî bi dest xistiye, ku em dikarin wek mînak bidin ku ev dezgeh û tîmên wê, berî hemû rêxistinên navneteweyî yên alîkarîbexş li cihên karesatên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiye û Sûriyê amade bûn û alîkariyên xwe di nav sînorekî tije terorîstan de gihandin niyazmend û hewcedaran.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, tenê di sala 2022an de, zêdetirî 475 karmendên mirovî li seranserê cîhanê ji aliyê terorîstan û aliyên tundrew ve rastî êrîşê hatine û hatine kuştin.

Li Herêma Kurdistanê jî piştî şerên terorîstên DAIŞ ê û koçberbûna bi milyonan kesî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî navendeke sereke ya karê mirovî bûye û li zêdetirî 30 wargeh û kampên koçberan û penaberan xizmeta qurbaniyên şer kiriye.

Roja Cîhanî ya Karê Mirovî, ne tenê bîranîna rabirdûyê ye, lê bangewaziyeke ji bo me û paşerojê ye, da ku em girîngiya karê mirovî zanibin û piştgiriya wan bikin. Ev bangeke ji bo me hemûyan e ku berpirsiyariyên xwe yên siyasî û mirovî binirxînin.

Li vir pirsa giring ev e:

Gelo paşeroja karê mirovî li ser xeta siyasetê ye, an li ser bawerî û nirxên mirovî ye?

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel ku Roja Cîhanî ya Karê Mirovî bilind radigire, her wiha tekez dike ku gelek caran xizmetkarên karên mirovî rastî zextên hêzên çekdar ên curbicur hatine û bûne hedef û armanc, an jî rê li ber gihandina alîkariyên wan hatiye girtin.

Xizmetkarên karên mirovî, lehengên fîlmên Hollywoodê nînin; ew dilxwazên nediyar in, bijîşkekî di nav derdê koçber û penaberan de ne, kesên ku di nav kriz û qeyranan de bêdeng karê mirovî dikin.

Ger cîhan bixwaze ku bi rastî Roja Cîhanî ya Karê Mirovî pîroz bike, divê hemû dewlet berpirsiyariya xwe îspat bikin û parastina alîkarîbexşan ji bo karê mirovî li ser xwe bigirin.

Terora "Sergio Vieira de Mello" û hevalên wî li Bexdayê, nîşaneke zelal e ku karê mirovî bê metirsî nîne û divê planek ji bo rûbirûbûna van pilanan bê danîn.

"Sergio Vieira de Mello" Nûnerê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û 22 hevalên wî, di 19ê Tebaxa sala 2003an de, di êrîşeke terorîstî û plana bombekirinê de li Otêla "Kanal" a Bexdayê hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî di sala 2009an de, bi fermî vê rojê wek Roja Cîhanî ya Karê Mirovî (World Humanitarian Day) destnîşan kir, ji bo ku li her derê cîhanê, bîranîna wan qurbaniyan bê kirin, yên ku di rêya karê mirovî de canê xwe ji dest dane.

Amadekarî: Salar Baba Şêx