Jinên Kurd Dê Li Ser Zarbêjiya Jinan û Stranên Dawetan Biaxivin

Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Boğaziçiyê bi Çalakiya ‘Zarbêjiya Jinan’ Dikeve Demsala Payîzê

Oct 3, 2025 - 20:22
Oct 3, 2025 - 20:25
Jinên Kurd Dê Li Ser Zarbêjiya Jinan û Stranên Dawetan Biaxivin
Jinên Kurd Dê Li Ser Zarbêjiya Jinan û Stranên Dawetan Biaxivin

Stenbol - Anatolya: Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Boğaziçiyê, di demsala payîzê bi çalakiyeke taybet û watedar dest pê dike. Di vê çalakiyên sê jinên Kurd, Bêrîvan Matyar, Zeyneb Yaş û Rewşan dê li ser ‘Zarbêjiya Jinan’ biaxivin û xebatên ku wan li ser folklora Kurdî kirine, rasterast ji dengê wan bên bihîstin.

Ev gotûbêja ku dê li Navenda Çanda Garantiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê pêk were, armanc dike ku rola jinan di çîrokbêjî û kevneşopiya devkî ya Kurdî de ronî bike. Çalakî dê di 9'ê Cotmeha 2025'an de, roja Pêncşemê, saet di 18.30'an de dest pê bike.

Yek ji mijarên sereke yên bernameyê, pirtûka nivîskar û lêkolînera hêja Bêrîvan Matyar a bi navê "Stranên Dawetê" ye. Ev pirtûk dê li standa komîsyonê ji bo îmzekirinê jî amade be û beşdar dikarin pirtûkên xwe ji Matyarê bidin îmzekirin.

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev çalakî, derfeteke mezin e ji bo dildarên edebiyat û folklora Kurdî ku li ser mijareke girîng bifikirin û ji pisporan agahiyan bistînin.

Ji bo hevalên ku ji derveyî Zanîngeha Bogazîçiyê dixwazin beşdar bibin, pêwîst e ku nav û paşnavên xwe bi rêya DM (peyama taybet) ji komîsyonê re bişînin. Hemû kesên eleqedar vexwendî vê bernameya dewlemend in.

Cih: Navenda Çanda Garantiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê

Dîrok/Saet: 09.10.2025 / 18.30

Têbînî: Beşdarên ji derveyî zanîngehê divê nav û paşnavên xwe bi rêya DM ji Komîsyona Edebiyata Kurdî re bişînin.