Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê yê Raspartî de
Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê yê Raspartî de
Roja Sêşemiyê 28ê Nîsana 2026an, peywendiyeke telefoniyê di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Iraqê yê hatî raspartin, pêk hat.
Di vê peywendiya telefonê de, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li birêz Elî El-Zeydî kir bi boneya raspartina wî bo posta Serokwezîrê Iraqê Federalî û hêviya serkeftinê jê re xwest. Her wiha di heman peywendiya telefoniyê de, Serok Barzanî raspartina birêz Elî El-Zeydî bo posta Serokwezîr wek derfetek dît ji bo vegerandina pêvajoya siyasî ya Iraqê li ser rêya rast.