Komela Dostaniya Kurdistan-Almanya Çalakiyên Xwe Nirxandin
Komela Dostaniya Kurdistan-Almanya Li Zaxoyê Civîna Karmendan Li Dar Xist

Zaxo - Kurdistan: Di 1ê Cotmeha 2025an de, li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, nûner û karmendên Komela Dostaniya Kurdistan-Almanya civîna xwe ya duyemîn pêk anîn. Armanca civînê, nirxandina çalakiyên dawî û danîna planên pêşerojê bû.
Di destpêkê de, nûnerê Komelê li Zaxoyê, Meyaf Merdan, bi germî pêşwaziya endam û karmendan kir. Merdan, di axaftina xwe de, bal kişand ser kar û çalakiyên komelê yên di demên dawî de, ku gelek destkeftiyên girîng ji bo civakê bi dest xistine. Wî destnîşan kir ku komel bûye pireke girîng a pêwendiyê di navbera civakê û dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Di civînê de, çendîn babetên sereke hatin nîqaşkirin û planên berfireh ji bo sê mehên pêş de hatin danîn. Ev plan çendîn cûre çalakiyan di nav xwe de digirin, wekî lidarxistina semîner, atolye û kursan. Her wiha, projeya "Şêwirmendiya Çalak" jî hat gotûbêjkirin. Di vê projeyê de, şêwirmendî bi awayekî dilxwazî û bêberanber û bêpere ji bo takekes û malbatan di warên cûrbecûr yên jiyana mirov de tê pêşkêşkirin.
Komela Dostaniya Kurdistan-Almanya di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew ê berdewam bin li ser xebatên xwe yên ji bo geşkirina pêwendiyên civakî û xizmetkirina civakê de.