Stranbêjê Navdar ê Erebîstan a Siûdî Strana Kurdistanê Distre

Stranbêjê Navdar ê Erebîstan a Siûdî Strana Kurdistanê Distre

Nov 10, 2025 - 12:22
Nov 10, 2025 - 12:32
Stranbêjê Navdar ê Erebîstan a Siûdî Strana Kurdistanê Distre
Stranbêjê Navdar ê Erebîstan a Siûdî Strana Kurdistanê Distre

Raşîd Macîd, Stranbêjê Navdarê Erebîstan a Siûdî ku yek ji stranbêjên herî navdar ê welatên Kendavê ye, stranek li ser Kurdistanê bi navê "Alhawa Kurdî" (Nasnameya Kurdî) distre.

Strana Raşîd Macîd, behsa pêşketin û avadaniyê, jiyana bi birayetî ya pêkhateyan, bedewiya xwezayê, çand û şaristaniya Herêma Kurdistanê dike. Di klîba wê stranê de jî, hemû bedewî û pêşketinên Herêma Kurdistanê hatine nîşandan.

Helbestvanê Îmaratî (Elî Elxewar) gotinên stranê nivîsandiye û çavdêriya berhemê kiriye. Stranbêj û awazdanerê navdar ê Îmaratî (Fayiz Seîd) awaz ji stranê re çêkiriye.

Dabeşkirina muzîkê ji aliyê (Zeyd Nedîm) ê Iraqî ve hatiye kirin. Wek tê zanîn, (Zeyd Nedîm) berê bi gelek dengbêjên Iraqî û Erebî re xebitiye, wek: Hatim Iraqî, Reza Ebdullah, Sabir Rubaî, Diyana Heddad û bi dehan dengbêjên din.

Stran di studyoya (Dînamîks) li Dubayê hatiye tomar kirin û ji aliyê şîrketa (Xewarbû ji bo Berhemhêneriya Hunerî) ve hatiye hilberandin.