Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Fransayê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Fransayê kir

Jun 10, 2026 - 09:53
Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Fransayê kir
Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Fransayê kir

Roja Sêşemê, 9ê Hezîrana 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem, Konsulê Fransayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Fransayê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û tekez li ser berdewamiya wê peywendiya girîng a dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir. Her wiha spasiya rola berbiçav a Serok Barzanî kir ji bo wan piştgiriyên ku di avakirin û giringîdana bi pêşkeftin û berdewamiya peywendiyên di navbera her du aliyan de hebûne.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bixêrhatina Konsulê Fransayê kir û bal kişand ser wê yekê ku Fransayê di dîroka tevgera rizgarixwaz a gelê Kurdistanê de roleke berbiçav hebûye. Serok Barzanî rola Fransayê di hemû qonaxên dîrokî yên gelê Kurdistanê de bi girîng wesif kir û ragihand ku ew bi wan peywendiyan serbilind in.

Rewşa siyasî û alozîyên herêmê bi giştî, her wiha pêvajoya siyasî li Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.