Pirtûka Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin Derbarê Şoreşa Îlonê De Hate Belavkirin

Pirtûka "Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin" Derbarê Şoreşa Îlonê De Hate Belavkirin

Oct 29, 2025 - 13:18
Oct 29, 2025 - 13:20
Pirtûka Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin Derbarê Şoreşa Îlonê De Hate Belavkirin
Pirtûka Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin Derbarê Şoreşa Îlonê De Hate Belavkirin

Pirtûka "Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin" derbarê Şoreşa Îlonê, 1961 – 1976 hate belavkirin. Pirtûk ji weşanên Desteya Ansîklopedî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ye.

Pirtûka "Gotara Fermî ya Brîtanyaya Mezin" derbarê Şoreşa Îlonê ji aliyê Xazî Hesen ve hatiye nivîsandin. Di eslê xwe de lêkolîneke akademîk e ku ji pêşgotinek û du beşan û 352 rûpelan pêk tê.

Pirtûk bi gelemperî analîza gotara fermî ya dîplomasî ya Dewleta Brîtanyaya Mezin, bi pişta xwe bi hejmarek rapor û nameyên nihênî yên dîplomasî yên li hemberî doza Kurd di navbera salên 1961– 1976 de, pêşkêş dike.

Nivîskar di Facebooka xwe de nivîsandiye ku "Mizgîniya herî xweş ji bo min ew bû ku ev pirtûka min, ji aliyê Desteya Ansîklopedî ya Partiyê ve hate çapkirin."

Wî herwiha destnîşan kiriye ku nivîskar tenê nivîs û weşanên wî hene, û her berhemeke wî ya nû, mîna zayîna kesekî nû ye.

Pirtûk di çarçoveya vê analîzê de, hûrgilî û nêrînên siyasî û awayê berhevkirina agahiyan û avakirina raya giştî, biryarên dewletê û destnîşankirina aliyan û hin mijarên giştî pêşkêş dike. Herwiha analîza peyvsazî û arguman û metaforên di nav wan nivîsên nepenî de ku têkiliya wan bi nêrîna vî welatî ya li ser Kurdan heye, hatiye kirin.

Projeya "Desteya Ansîklopedî ya Partiya Demokrata Kurdistanê" ji bo nasandin, berhevkirin, belgekirin û belavkirina dîroka kar û têkoşîna Partiya Demokrata Kurdistanê, li ser pêşniyara Mesrûr Barzanî di sala 2014an de hatiye damezrandin.