Kulav an Lebada Koyê di Malên Ewropayê de
Kulav navê tişta xam a vê karê ye û her wiha kulav wateya kûmê jî tê bikaranîn, ji ber ku kulava kûm jî her ji kulavê yan lebadê dihate çêkirin. Kûm a ku ji kulavê hatiye çêkirin heta niha jî li nav Êzdiyan de tê bikaranîn.
Koyê - Kurdistan: Kulav, Lebad, Libad, Ferenc ji çêkirina berik, cîrax, binrax, kulavîn, cilûbergên ku ji hiriyên (herwiha mû jî) tên çêkirin re tê gotin. Kulav navê tişta xam a vê karê ye û her wiha kulav wateya kûmê jî tê bikaranîn, ji ber ku kulava kûm jî her ji kulavê yan lebadê dihate çêkirin. Kûm a ku ji kulavê hatiye çêkirin heta niha jî li nav Êzdiyan de tê bikaranîn. Qumaşa ji dakutandina hiriyê (Lûwa, Pergîn an jî mû yê pez) tê amadekirin.
Kulav, Lebad, Berik, ku raxistineke kevnar a Kurdewariyê ye, berê pîşeyeke girîng bû ji bo xelkê gelek deverên Kurdistanê, lê çend sal in ber bi nemanê ve çûye.
Kulav, Lebad, Ferenc an Berik amûrek sereke ya navmalê bû, ji bo gelek armancên raxistinê dihat bikaranîn. Berê ti malek tune bû ku berik, lebadek tê de tune be. Kal û pîr hê jî qedrê wê dizanin û li ser wê rûdinin.
Lebad, ji bilî ku wek raxistineke erdê dihat bikaranîn, wan pestekên stûr jî jê çêdikirin û digotin ew dermanê êşa piştê ye. Ji bo hinek kesan jî amûra xemilandina dîwanxane û eywanan bû, bi taybetî dema ku bi nexşên xweşik dihat çêkirin.
Ne tenê li Kurdistanê, lê di tevahiya Mezopotamya û Anatolya û çend deverên din ên Asyaya Navîn de, lebad wekî amûrek pêwîst a rojane dihat bikaranîn. Di hinek civakan de ji aliyê olî ve jî dihat bikaranîn.
Hoste Elî Lebadvan li Koyê dibêje, berê ji hiriyê berxê salekî, wan 20 cûre berhem ji lebadê çêdikirin. Ew di sala 1954an de hatiye dinyayê û niha dikanek wî ya kelûpelên navmalê heye. Berê sê nifşan li pey hev pîşeya wan lebadvanî bû.
Ew zilamê karsaz ê Koyê dibêje, heta sala 2020an wan lebadvanî domand û piştî wê salê dev jê berdan, ev jî ji ber ku ajal kêm bûn û gundan berhemên pez û ajaldariyê kêm kirin, êdî mû, pirça ajalan, lûwa (hirîya xav a guncayî) ji wan re peyda nedibû ji bo çêkirina lebadê.
Hoste Elî Lebadvan dibêje lebad ji lûwayê dihat çêkirin, divê ya berxê salekî be. Li hinek deveran jê re (bergîn) dihat gotin. Dema ku berxê salekî dihat qutkirin, hirîya wê dibirin cem wan, ew jî wê amade dikirin, paşê digerandin û ziwa dikirin, didan xwediyê wê.
Li ser daxwaza xelkê, wan zêdetirî 20 berhem jê çêdikirin wek lebad, rax, qapût, kepek, sergiriya havînî û zivistanî, bercam, kurtan (ji bo keran), weraxa serzînê, weraxa binzînê û pestek (doşeka stûr a fîltî).
Lebad di havînê de hênik û di zivistanê de germ e. Çaxê şivan qapûtê lebadê an kulavê li xwe dikirin, av nedida ser û germ jî bû, li ber ajalan de pê radiket û wî serma jî nedibû. Xelkê ji bo êşa piştê jî dixwestin, ji ber ku pir bi kêr dihat.
Hoste Elî girîngiyeke din a pîşeyê tîne ziman: "Gelek xelk debara xwe li ser vê pîşeyê dikirin. Wek me sê bira bûn, me bi hev re ev kar dikir. Heft şagirtên me hebûn. Yên ku lebadê ji me dikirîn, diçûn difirotin û debara wan jî peyda dibû."
Hoste Semed hosteyekî lebadê yê navdar bû li Koyê, bi Hoste Ebdullah û Hoste Elî re bi hev re kar dikirin. Herwiha Hoste Mihemed û kurê wî, Hoste Mela, Hoste Tayar, Hoste Reûf, Hoste Sofî Evrehman, Hoste Mela Kake, Hoste Hecî Kerîm Ebas û Hoste Omerê Ebasî ji hosteyên din ên navdar ên Koyê bûn.
Berê lebad ji Koyê heta Bakurê Kurdistanê jî diçû. Herwiha diçû bajarên Serdeşt û Xanê li Rojhilatê Kurdistanê. Di nava welêt de jî ji bo Hewlêr, Kerkûk û Germiyanê dihate şandin.
Çêkirina lebadê pîşeyekî hêsan nebû. Pêwîst bû ku heşt-neh saetan lûwayê bigerînin, bi ling û dest lê bidin heta ku hişk bibe. Lê her lebadek bi kêmanî 25 salan dimîne, û qapûtek lebadê pênc salan dihat bikaranîn.
Hoste Elî destnîşan dike ku dîwanxaneyên berê bi lebadên wan dihatin xemilandin. Carinan wan raxên lebadê yên şeş metroyî li ser daxwaza xerîdaran û li gorî dirêjahiya dîwanxaneyan çêdikirin.
Ew hosteyê Koyî xemgîn e ku ev pîşe nemaye û winda bûye. Wî ew wekî beşek ji folklora Kurdewariyê dibîne, ji ber ku karên wan tîpa ti cihekî din pê ve tune bû ji bilî Kurdistanê.
Carekê şandeke Fransî serdana Koyê kirin û çûn cem lebadvanan. Wan pir girîngî dan pîşeyê. Hoste Elî dibêje, endezyarekî şandê lebadek ji wan kirî û bir welatê xwe da ku li mala xwe daleqîne. Ew behs dike ku di salên borî de çendîn car lebadên Koyê bi rêyên cuda gihîştine welatên Rojava.
Rênas Hesen, lêkolînerê warê folklorê, derbarê lebadê de dibêje, niha li Kurdistanê tenê yek kes maye ku lebadê çêdike, navê wî Selîm Elî ye li bajarê Kifrî.