Peyameke Sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê
Peyameke Sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê
Bi mixabiniyeke mezin, îro Pêşmergeyê qehreman (Weysî Axir Seîd Şêrwanî), yek ji birîndarên êrîşa mûşekî ya 24ê Adara rabûrî li Spîlkê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Soranê, ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da û şehîd bû.
Sersaxiyeke kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên wî yên hêja û heval û hevsengerên wî dikim, ji dil û can hevsoz û hevxema wan im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê şehîd bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.04.2026