Serok Barzanî beşdarî sersaxiya şehîdên gundê Zergezawê kir
Serok Barzanî beşdarî sersaxiya şehîdên gundê Zergezawê kir
Roja Sêşemê, 07ê Nîsana 2026, Serok Mesûd Barzanî beşdarî sersaxiya her du şehîdên gundê Zergezawê li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kir. Ew her du şehîd, ku hevjîn bûn, şeva borî di encama êrîşeke neheq de, ku bi droneke Îranî hatibû encam dan, di nava mala xwe de li gundê Zergezawê şehîd bûn.
Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên şehîdên gundê Zergezawê re anî ziman.