Li Japonyayê Eleqeya li ser Stêrka Kurd
Li Japonyayê Eleqeya li ser "Stêrka Kurd": Vakkas Çolak Serdana Pêşangeha Yasuhiko Yoshikazu Kir
Akademîsyen û lêkolînerê Kurd Vakkas Çolak, li Japonyayê serdana pêşangeha hunermendê navdar ê Manga û Animeyê Yasuhiko Yoshikazu kir.
Vakkas Çolak li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê (Twitter) ragihand ku wî duh serdana Muzexaneya Hunerê ya Shoto (The Shoto Museum of Art) kiriye. Li vê muzexaneyê pêşangeheke taybet a berhemên Yasuhiko Yoshikazu, ku di cîhana hunera Japonî de xwedî cihekî girîng e, hat lidarxistin.
Çolak di peyama xwe de bal kişand ser berhema Yoshikazu ya bi navê "Stêrka Kurd" (Kurdo no Hoshi). Ev xêzeroman (Manga) yek ji berhemên balkêş ên hunermend e ku mijara wê li ser Kurdan e û di pêşangehê de cih girtiye.
Hêjayî gotinê ye ku Yasuhiko Yoshikazu yek ji xêzkar û derhênerên herî naskirî yên Japonyayê ye û bi taybetî bi xebatên xwe yên di rêzefîlmên navdar ên wekî "Gundam"ê de tê naskirin. Hebûna berhemeke bi navê "Stêrka Kurd" di nav xebatên wî de, ji bo danûstandina çandî ya di navbera Kurd û Japonan de wekî pireke girîng tê dîtin.