Serok Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Mar 16, 2026 - 21:07
Serok Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê rewşa herêmê gotûbêj kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Seroka Komîsyona Ewropayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Îro êvarî Duşemê 16.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê bi xatûna Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê re encam da.

Di peywendiyê de, pêşhatên dawî ya rewşa aloz a herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser hevkariya berdewam ji bo rûbirûbûna astengiyan de hevfikir bûn, herwiha tekez li ser girîngiya parastina aramî û çareseriya aştiyane ya kêşeyan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji alozîyan e û wek her car dê faktorek aramî û ewlehiyê be.

Ji aliyê xwe ve, xatûna Von der Leyen diyar kir ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê cihê girîngiya Yekîtiya Ewropayê ye û wek hevparekî girîng di herêmê de lê dinêre. Herwiha pêdagiriya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya alîkariyên xwe de dûpat kir.