Çakar: Çima Hinek Kes Qîmeta Ku Li Wan Tê Kirin Wek Metirsî Dibînin?

Çakar: Çima Hinek Kes Qîmeta Ku Li Wan Tê Kirin Wek Metirsî Dibînin?

Feb 17, 2026 - 16:55
Çakar: Çima Hinek Kes Qîmeta Ku Li Wan Tê Kirin Wek Metirsî Dibînin?
Çakar: Çima Hinek Kes Qîmeta Ku Li Wan Tê Kirin Wek Metirsî Dibînin?

Hunermenda Kurd Pervin Çakar, di peyameke xwe ya ku li ser tora civakî ya Facebookê belav kir de, bal kişand ser mijareke girîng a civakî û psîkolojîk. Çakarê di peyama xwe de analîzek li ser awayê bersivdana mirovan a li hemberî qîmet û nirxê, bi taybetî di civakên ku demeke dirêj e nirxên wan hatine şûştin û hezkirin bi şert û merc hatiye dayîn, kir.

Li gorî Pervin Çakar, di civakên wekî Rojhilata Navîn de, ku mirovan demeke dirêj qîmeta wan nehatiye zanîn, hatine bindestkirin, nehatine dîtin û hezkirin û rêz bi şert û merc fêrî wan hatiye kirin, dema kesek bi awayekî rastî û pak qîmetê dide wan, du tişt diqewimin. Ya yekê, ji ber ku di kûrahiya dilê wan de xwe layiqî wê qîmetê nabînin, zehmetiyê dikişînin ku qebûl bikin. Ya duyem jî, ew nirx û qîmeta ku li wan tê kirin wek metirsiyekê dibînin.

Çakar anî ziman ku nirxdayîn berpirsiyariyê tîne, pêwîstî bi gihîştîbûnê heye û cesareta mirov ku li neynikê û awêneyê binêre dixwaze. Ji ber vê yekê, carinan mirov ji bo ku xwe biparêzin, qîmeta ku li wan tê kirin biçûk dibînin an jî paşguh dikin. Ev "kêmasî" bi gelemperî ne nîşana hêzê ye, lê maskeyek e ji bo nazikbûnê.

Hunermenda navdar her wiha destnîşan kir ku qîmeta ku hûn didin, bi kapasîteya kesê din a wergirtinê sînordar e. Ne her kes dikare bi heman asta hestiyarî bersiv bide. Ew kesên ku hunerê diafirînin, li ser sehnê radiwestin û bi berhemdariyê dijîn, bi gelemperî hesastir in, ji ber ku huner bi xwe li ser têgîna nirxê hatiye avakirin.

Peyama Pervin Çakar, bangewaziyek e ji bo têgihiştineke kûrtir a dînamîkên civakî û her wiha ronahiyekê dide ser rewşa hundirîn a mirovan di nav civakên bi ezmûnên dijwar re.