Jane Chaplin, Keça Charlie Chaplin Ez li Kurdan im

Jane Chaplin, Keça Charlie Chaplin Ez li Kurdan im

Jan 25, 2026 - 14:19

Jane Chaplin, Keça Charlie Chaplin: "Ya ku Bi Serê Gelê Kurd Hatiye Tirsnak e, Ez Li Gel Wan im."

Jane Chaplin, keça efsaneya sînemayê Charlie Chaplin, di peyameke xwe de bal kişand ser rewşa gelê Kurd û hestên xwe yên piştgiriyê anî ziman. Chaplin di peyama xwe de diyar kir ku ew li gel gelê Kurd e û hêvî dike ku di demeke nêzîk de bigihîjin azadiya xwe.

Di daxuyaniya xwe ya kurt de, Jane Chaplin destnîşan kir: "Merhaba, navê min Jane Chaplin e. Ez keça Charlie Chaplin im." Wê her wiha destnîşan kir ku "tiştên ku bi serê gelê Kurd hatine tirsnak in."

Chaplin peyama xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yekê ez li gel wan im û hêvî dikim ku di demek herî kurt de azadiya xwe vegerînin."

Peyama Jane Chaplin ku keça yek ji mezintirîn hunermendên cîhanê ye, wekî piştgiriyeke manewî û navneteweyî ji bo gelê Kurd tê dîtin.