Xelata rûmetê pêşkêşî malbata Şehîd Hûcam Sûrçî hat kirin.

Xelata rûmetê pêşkêşî malbata Şehîd Hûcam Sûrçî hat kirin.

Jan 25, 2026 - 18:28
Xelata rûmetê pêşkêşî malbata Şehîd Hûcam Sûrçî hat kirin.
Xelata rûmetê pêşkêşî malbata Şehîd Hûcam Sûrçî hat kirin.

Êvara îro Yekşemê 25.01.2026, bi amadebûna Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê û Zana Melaxalid, Berpirsê Beşa 2yê ya Partiyê û malbat û zarokên şehîd û hejmarek din ji berpirsên îdarî, Rêxistina Hemêza Otîzmê ji bo Hişyarî û Alîkariyê, bi boneya 11mîn salvegera şehîdkirina (Şehîd Hûcam Sûrçî) li Navenda Civakî ya Xanenîşnan a Hewlêrê, rêwresmek rêzgirtinê ji bo malbata şehîd lidar xist.

Di rêwresmê de, Parêzgarê Hewlêrê tevî ku ji rêxistina navborî re ji bo lidarxistina rêwresmê destxweşî kir, hewl û çalakiyên rêxistina navborî ji bo hişyarî û gihandina alîkariyê ji zarokên otîzm re gelek bilind nirxand û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Di dawiyê de, ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê û Berpirsê Beşa 2yê ve xelata rûmetê pêşkêşî malbata Şehîd Hûcam Sûrçî hate kirin.