Serok Barzanî bi saziya Bilind a Îlon û Gulanê û Hêzên Xebatê re Civiya
Serok Barzanî bi Dezgeha Bilind a Îlon û Gulanê û Hêzên Xebatê re Civiya

Roja Çarşemiyê, 15ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Dezgeha Bilind a Îlon û Gulanê û hêzên xebatê re civiya.
Di wê civînê de, Serok Barzanî axaftinek pêşkêşî amadebûyan kir û rûmeta xwe ji bo xebat û kedên Pêşmerge û têkoşerên herdu Şoreşên Îlon û Gulanê, û rola wan di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û pêkanîna azadiyê ji bo gelê Kurdistanê anî ziman. Herwiha destnîşan kir ku tiştê niha heye, berhema xebata Pêşmerge û têkoşerên gelê me û xwîna şehîdên me yên qehreman e.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî ronahî xist ser rewşa siyasî û pêşhatên li Kurdistan û Iraqê, û şîret û rêkarên pêwîst derbarê pêvajoya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de pêşkêş kir.