Tirkiye Ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Vedikişe

Radyoya Navneteweyî Monte Carlo, li gorî çavkaniyên xwe yên taybet û herêmî, belav kir ku di çend demjimêrên borî de yekîneyên artêş û polîsê Tirkiyeyê heft baregeh û navendên xwe li bajarê Efrînê û nahiyeya Cindirêsê ya derdora Helebê radestî hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê kirine.

Sep 17, 2025 - 09:15
Tirkiye Ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Vedikişe

Hêzên Tirkiyeyê gav bi gav dest bi vekişandin û valakirina baregehên xwe li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kirine û baregeh û navendên xwe radestî rêveberiya bajêr dikin, ku ev rêveberî girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya nû ye.

Di sala 2018an de, Rikeberiya Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên Tirkiyeyê, bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derxistibû û di encamê de bi deh hezaran Kurd bûbûn penaber. Lê belê piştî hilweşîna desthilatdariya berê û hatina hikûmeta nû ya Sûriyeyê, rewşa Efrînê baştir bûye û beşek ji penaberan jî vegeriyane herêmên xwe.

Agahiyên hatine bidestxistin: Radyoya Navneteweyî Monte Carlo, li gorî çavkaniyên xwe yên taybet û herêmî, belav kir ku di çend demjimêrên borî de yekîneyên artêş û polîsê Tirkiyeyê heft baregeh û navendên xwe li bajarê Efrînê û nahiyeya Cindirêsê ya derdora Helebê radestî hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê kirine.

Di nav wan deverên ku hatine radestkirin de qada ewlehiyê ya li Efrîn û Cindirêsê, digel çend dibistanan hene ku berê wek baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hatibûn bikaranîn. Di heman demê de, yekîneya komandoya Artêşa Tirkiyeyê jî vîdeoyek belav kiriye û tê de ragihandiye ku erkên wan li Efrînê bi dawî bûne.

Di meha Sibata îsal de, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer' serdana bajarê Efrînê kiribû û ragihandibû ku li Sûriyeyê li ser bingeha hemwelatîbûnê kar dike û herwiha dixwaze dawî li wan nehametiyên ku xelkê Efrînê rû bi rû bûne bîne.