Projeya ‘Ronakî’ jimareya tûşbûyên şêrpenceyê kêm dike

Birêveberê Nexweşxaneya Nanekelî: Projeya ‘Ronakî’ jimareya tûşbûyên şêrpenceyê kêm dike

Aug 6, 2025 - 14:41
Projeya ‘Ronakî’ jimareya tûşbûyên şêrpenceyê kêm dike

Birêveberê Nexweşxaneya Nanekelî li Hewlêrê pesnê projeya ‘Ronakî’ dike û dûpat dike, jîngehê paqij dike û bandorê li ser kêmkirina hejmara tûşbûyên şêrpence jî dike.
Li gor amarên tîma projeyê, projeya Ronakî, karebeya zêdetirê 2.700.000 welatiyan kiriye 24 demjimêrî, ev e jî nêzîkî % 40ê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Biryare heta dawî ya sala 2026 jî bigihe hemû welatiyan. Proje bandoreke ber bi çav li ser paqijkirina jîngeha Kurdistanê hebûye, ev e jî ji ber kujandina jeneratorên gazoilê taxan û kêmkirina derxistina gazên oksîdî û karbonê ye.
Dr Herdî Cewad Birêveberê Nexweşxaneya Nanekelî li Hewlêrê bi “Kurdistan24″ ê ragihand “Projeya Ronakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina karebaya 24 demjimêrî, li paşerojê de bandoreke gelek baş li ser kêmkirina jimareya tûşbûyên şêrpence dike, ji ber ku li çarçêweya projeyê da, zêdetirê hezar jeneratorên ehlî li navenda bajarê Hewlêrê tê kujandin ku rojane dûkelê derdixistin û jîngehê pîs dikirin, ev e jî dibû sedema tûşbûna welatiyan bi nexweşiya şêrpenceyê.”