Kurdîxane Akademî dê Bûrsê Bide Xwendevanên Beşa Kurdî

Kurdîxane Akademî, dê 4 salan bûrsê bide xwendevanên ku îsal Beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç bikin.

Aug 6, 2025 - 17:50
Kurdîxane Akademî dê Bûrsê Bide Xwendevanên Beşa Kurdî

Kurdîxane Akademî, dê 4 salan bûrsê bide xwendevanên ku îsal Beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç bikin.

Têkilî: kurdixaneakademi@gmail.com  tlf: +905541210447

Dezgeha taybet a serbixwe ya hînkirina zimanê kurdî Kurdîxane Akademîyê gaveka giring avêt, dezgehê ragehand ku dê 4 salan bûrsê bide wan xwendevanên beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç bikin. Serîlêdan di navbera 1 û 15ê Îlondê de ne.

Kurdîxane Akademî, wekî dibistana kurdî ya onlayn, bo perwerdeya zimanê kurdî li Mêrdînê li sala 2024ê hate vekirin û xebatên xwe berdewam dike. Kurdîxane, bi Pêşengtîya mamosteyên kurdî Mamoste Usîv Bextewar û Mamoste Melîk hate vekirin. Li gel perwerdeya kurmancî perwerdeya soranî û zazakî jî tê dayîn. Perwerde ji asta destpêkê heta asta yekem, duyem û sêyem kursan vedike. Di bin banê vê dezgehê de nêzîkî 30 mamosteyên fermî dixebitin anku mezûnên beşa Ziman û Edebîyata Kurdî.

Gaveka Nû di Perwerdeya Kurdî de
Armanc û mîsyona Kurdîxane Akademîyê ya sereke parastin, pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî, finanse û giringîpêdana mamosteyên kurdî ye. Di vê çarçoveyê de vê dezgeha qîmetdar ji bo zêdekirina xwendevanên kurdî û geşedana beşê biryar da ku bûrsê bide wan xwendevanên ên ku di beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî de bi cih bûne. Xwendevanên ev burs bi dest xistîn dê 4 salan vê bûrsê bistînin. Rayedarên akademîyê bawer dikin ku ev bernameya bursê wê bibe alîkar ku zimanê kurdî bi xebatên zanistî û edebî bigihe xelekeka berfirehtir.

Hûrgilîyên Bernameya Bûrsê
Bernameya bûrsê ya Kurdîxane Akademîyê ji bo hemû xwendekarên ku li zanîngehên Tirkîyeyê di beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de bi cih bûne derbasdar e. Bername, di nav 4 salên xwendina lîsansê de piştgirîyeka maddî pêşkêş dike û armanc dike ku barê aborî yê xwendekaran sivik bike. Tê payîn ku hûrgilîyên li ser qewînan û mercên serlêdanê di hefteyên pêş de bi daxuyanîyeka fermî bê parvekirin. Lê bele li gor daxuyanîya niha du şert hatine dîyar kirin:

Divêt Beşa Ziman û Edebîyata/Çanda Kurdî qezenç kiribe.
Divêt zanîngeha wî ya yekem be. Anku berî niha beşeka dî nexwendibe.
Rayedaran dîyar kir ku bûrs ne bi tenê bi piştgirîya maddî sînordar dimîne, her weha ji bo projeyên akademîk û çandî yên xwendekaran jî mentorî û rêberî wê bê dayîn.

“…Divê nifşên ciwan bên piştgirîkirin.”
Ji damezrînerên Akademîya Kurdîxane daxuyanîyek hate dayîn û tê de hate gotin: “Ziman û Edebîyata Kurdî xwedî mîraseka çandî ya dewlemend e. Lê belê ji bo parastin û gihandina vê mîrasê bo paşerojê, divê nifşên ciwan bên piştgirîkirin. Bernameya me ya bursê, wê rê li ber xwendekaran veke ên ku dixwazin di vî warî de perwerde bibin û bibe alîkar ku zimanê kurdî di cîhana akademîk de cihê xwe bi hêztir bigire. Em, ne bi tenê sazîyeka perwerdeyê ne, di heman demê de wekî navendeka çandî vê berpirsîyarîyê digirin ser milên xwe.”

Giringîya Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî
Li Tirkîyeyê, beşa Ziman û Edebîyata Kurdî li zanîngehên wekî Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, Zanîngeha Bîngolê, Zanîngeha Mûş Alparslan û Zanîngeha Dîcleyê heye û ev beş bernameyeka lîsansê ya 4 salî ye ku rêgeza zimanê kurdî, edebîyat, dîrok û mîrasa çandî lêkolîn dike. Beş, ji xwendekaran re fersenda fêrbûna zaravayên wekî Kurmancî, Soranî û Zazakî dide û xebatên akademîk di vî warî de pêşkêş dike. Mezûn, di warên mamostetî, wergêrî, edîtorî, lêkolînerî û çand-hunerê de fersendên karîyerê yên cihêreng bi dest dixin.

Bertekên Erênî ji Civakê
Piştî ragihandina bernameya bûrsê, li ser medyaya civakî û di nav derdorên perwerdeyê de bertekên erênî hatin dîtin. Bi taybetî ciwanên ku eleqeya wan bi ziman û çanda kurdî heye, dîyar kirin ku ev piştgirî ji bo wan motîvasyoneka mezin e. Xwendekareka beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, got: “Ev bûrs, ne bi tenê piştgirîyeke maddî ye, di heman demê de nîşana qîmetdayîna zimanê kurdî ye. Ev cure destpêşxerî, ji bo paşeroja zimanê me hêvî didin. Hêvî dikim, dewlemend û dezgehên kurdî jî li kurdî û xwendevanên kurdî xwedî derbikevin.”

Hêvîyên ji bo Paşerojê
Bernameya bûrsê ya Kurdîxane Akademîyê, wekî gaveka giring tê dîtin ji bo xurtkirina zimanê kurdî di warê akademîk de û ji alîyê nifşên nû ve xwedîlêderketina wê. Akademî, bi vê bernameyê ne bi tenê piştgirîya xwendekaran dike, di heman demê de armanc dike ku hebûna zimanê kurdî di warên perwerde, çand û edebî de xurt bike. Tê payîn ku ev bername, di salên pêş de ji bo ciwanên bêtir bibe îlham û eleqeya li ser beşa Ziman û Edebîyata Kurdî zêde bike.

Nuhev