Ciwanên Kurd Beşdarî Pêşbirka Qatar Debate Open BP Dibin
Ciwanên Kurd Beşdarî Pêşbirka "Qatar Debate Open BP" Dibin

Hewlêr - Kurdistan: Bi piştevanî û sponsorîya Kurdistan Foundation cara yekemîn du ciwanên Herêma Kurdistanê, beşdarî pêşbirka "Qatar Debate Open BP" dibin ku li Dohayê tê lidarxistin.
Qatar Debate yek ji programên sereke yên Qatar Foundation ji bo perwerde, zanist û pêşxistina civakê ye. Navenda wê li paytexta Qatarê, Dohayê ye û navendeke girîng a danûstandina bîr û ramanan li Rojhilata Navîn e. Armanca wê ew e ku ciwanan bi jêhatiyên bîrkirina rexneyî, diyalog û axaftina li ber gel bihêz bike. Bi rêya şampiyonî, atolye û hevkariyan, Qatar Debate bûye navendeke bo danûstandina di navbera çandan de û pêşxistina serokatiya ciwanan li seranserê cîhanê.
Sakar Elî, Rêvebera Têkiliyên Giştî yên Kurdistan Foundation ji Ava Medyayê re got, "Cara yekemîn e du ciwan ji Herêma Kurdistanê beşdarî "Pêşbirka Qatar Debate Open BP" dibin, ku di sê û çarê meha bê de li Dohayê tê lidarxistin. Ev beşdarî bi piştevaniya û sponsorîya Kurdistan Foundation tê pêkanîn, û gaveke mezin e di nûnertiya kapasîteyên ciwanên Kurd di bûyer, civîn û pêşbirkên cîhanî de."
Herdu ciwanên Herêma Kurdistanê yên ku ji bo beşdarbûna şampiyoniya Qatar Debate hatin hilbijartin, Asya Xalid Hesen a 16 salî ji bajarê Silêmaniyê û Yara Hêrîş Saîd a 17 salî ji Hewlêrê ne.
Asya Xalid ji Ava re got, "Ji wê demê ve ku ji me re hat gotin em hatine hilbijartin ji bo nûnertiya Kurdistan Debate, me dest bi xwendin, berhevkirina agahiyan û rahênanê kir. Yara Hêrîş jî dibêje: Herçend ev cara yekemîn e ji bo me, lê bi kêfxweşî heta niha me asteke pir bilind bi dest xistiye û em ê di qonaxa dawî de beşdar bibin. Di heman demê de em ê bi ala Kurdistanê û cilên Kurdî ve nûnertiya axa xwe bikin."
Beşdarîya van herdu ciwanan li ser piştevaniya Kurdistan Foundation tê sponsorkirin, ev jî wekî pejirandina erkên sazîyê ye ji bo peydakirina derfetên cîhanî ji ciwanên Kurd re û nîşandana jêhatîbûn û kapasîteyên wan li ser asta navneteweyî.
Cara yekemîn e ku ciwanên debater ên Kurdistanê di Qatar Debate de beşdar dibin û ev çalakî derfetek e ji bo ciwanên Kurd ku li ser platformeke girîng a Rojhilata Navîn û cîhanê beşdar bibin. Ew gaveke girîng e di bihêzkirina ciwanan, nûnertiya ciwanan û danûstandina çandî de.
Kurdistan Foundation, tora rêxistineke nehikûmî ya qazanc nexwaz e, bi armanca baştirkirina civakê û li gorî nirxên bilind û nûjen, li ser bihêzkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê dixebite, di heman demê de bi beşdarîya erênî di civaka navneteweyî de li ser bingeha nirxên neteweyî, avakirin û pêşketinê dixebite.