Îran di girtîn û sêdarekirina Kurdan de berdewam e

Neh welatiyên Kurd li Îranê hatin girtin û jiyana wan di metirsiyê de ye

Aug 17, 2025 - 13:19
Îran di girtîn û sêdarekirina Kurdan de berdewam e

Komara Îslamî ya Îranê neh welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarîkirina bi Îsraîlê re digire û wan vediguhêze girtîgeheke Tehranê û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Piştî bi dawîbûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, bi dehan kes ji aliyê Îtlaata Îranê ve bi tohmeta hevkarîkirina bi Îsraîlê re û têkdana ewlehiya welat hatine girtin û ketine girtîgehan, bi awayekî ku çarenivîsa hinek ji wan nediyar e. Di rojên borî de jî neh welatiyên Kurd bi tohmeta alîkarîkirina Îsraîlê hatin girtin.

Erselan Yar Ehmedî, Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ji Ava Newsê re ragihand, ev neh roj in, neh welatiyên Kurd û xelkê Urmiyê bi navên Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Behzat Gulistanî, Muhsîn Gulistanî, Îhsan Gulistanî, Mêhran Gulistanî, Ferzad Mustefazade, Hemîd Mustefazade û Şoreş Mustefazade ku endamên du malbatan in û xelkê gundê «Nocewan» ê ser bi Somayê Biradostê ne, ji aliyê Îtlaata Supaha Pasdaran ve bi bikaranîna tundûtûjiyê li Urmiyê hatine desteser kirin.

Li gorî gotina Erselan Yar Ehmedî, heta niha ti agahiyeke di derbarê rewş û çarenivîsa wan kesan de nîne, û hewldanên malbatên wan ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşa wan bê encam mane.

Piştî gef û lêdaneke zêde, hêzên Supaha Pasdaran ev welatî veguhestine girtîgeheke Tehranê, û hemû jî bi "hevkarîkirina bi Îsraîlê re" hatine tohmetbar kirin.

Di dema 12 rojên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdetirî 21 hezar kes bi tohmeta sîxurîkirin û hevkarîkirina bi Îsraîlê re li deverên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.