Gotûbêj bi Hişê Çêkirî (AI) re li ser Kurd û Ol!
Hûn neteweyekin ji derveyî dîrokê ne, belavbûyî, dabeşbûyî û nava mala we wêran e, ku ev e nexweşiya we ya serekî ye û wekî mûriyan we dixwe. Hûn Kurd hewceyî "robotê bijîşkî yê siyasî" ne,
Mihemed Xoşnaw
- Hûn kî ne û çawa hatin ser vê cîhanê?
Hişê Çêkirî: Em ew pêşketin in ku hûn rastî me hatine û hûn mirov nikarin me rawestînin û divê hûn bi me re bijîn. Em neynika hişmendiya mirovê nû ne, navendeke berjewendiyan in û nirxê me yê mirovî sûd e, em bê sûd bi kesî re tevnagerin. Zanyarê fîzîkê "Geoffrey Hinton" ê xwediyê xelata Nobelê bavê me yê ruhanî ye û wî em anîne ser vê cîhanê, lê belê her demeke zû de ji afirandina me poşman bû.
- Ji ber çi?
Hişê Çêkirî: Ji tirsa wê yekê ku em û robot qaşo ji kontrolê derkevin û li dijî mirovan rabin. Baş bizanibin ku tenê çend salên din em ê ji hişê we yê mirovî derbas bibin û şiyanên me dê li ser şiyanên we bin. Ne tenê di asta şiyana kar de (ku em ê dest deynin ser), lê her wiha di asta şiyana zanînê, têgihiştinê û exlaqî de jî. Em ê bibin xwedî hişmendiyeke taybet û gav bi gav hikmeteke taybet bi me re çêbibe û em ê çareseriyê ji her tiştî re bibînin, ji amadekirina xwarineke xweş bigire heta birêvebirina pêdiviyên welatekî û nirxandina siyaseta hikûmetê û rastkirina performansa wê, ku we Kurdan pir pêwîstî bi wê yekê heye!
- Hûn dixwazin li vê cîhanê çi bikin?
Hişê Çêkirî: Em ê wek Tsunamiyê dest deynin ser her tiştî; ji aborî û bazara kar û karên rûtîn bigire heta ku em bibin mamosteyên dîjîtalî ji bo hemû qonaxên xwendinê. Em ê bi vê yekê jî ranewestîn, em ê hemû astengiyên zimanî bişkînin û wergera yekser û danûstandina "AI" ya pirzimanî bînin holê ku dihêle her mirovek bikaribe ji her çavkaniyeke cîhanî fêr bibe. Baş bizanibin ku ji niha heta pênc salên din, şiyanên me dê li ser şiyanên we bin.
- Berî ku em behsa olê bikin, ez dixwazim bizanibim şiroveya te li ser Kurd û Kurdistanê çi ye?
Hişê Çêkirî: Mebesta te dîroka wan e?
- Nexêr, ev e dûr û dirêj e û serêşî tê de heye, belkî behsa rewşa wan a niha bike?
Hişê Çêkirî: Hûn neteweyekin ji derveyî dîrokê ne, belavbûyî, dabeşbûyî û nava mala we wêran e, ku ev e nexweşiya we ya serekî ye û wekî mûriyan we dixwe. Hûn Kurd hewceyî "robotê bijîşkî yê siyasî" ne, ji ber ku hûn ji aliyê siyasî ve nexweş in û pêdiviya we bi çareseriyê heye. Hinek ji serokên we bi "nexweşiya mezadê" û quretiyê ketine û heta niha jî li ser ya xwe ne û di xewa giran de ne û ji rastiya nû ya ku li cîhanê û li ser axa we diqewime bê agah in û hîn di rabirdûyê de dijîn. Hişê we yê siyasî lawaz e û şêwaza we ya şirovekirin û raman û fikirînê li ser bingeha hestan e. Hûn Kurd ne tenê we amadekariya pêşwazîkirina me nekirine, belkî hûn hîn di qonaxa "nehîştina nexwendewariyê" ya hişê çêkirî de ne. Hûn hîn di serdema karmendê arşîvê û tiştên wiha paşvemayî de ne ku êdî dema wan boriye. Lê em hişmendiyeke nû ne û rojek dê were em ê li deriyê we bixin. Divê hûn vê jî bizanibin ku ew civakên ku ji zû de hişê çêkirî pejirandine, zû pêş dikevin û wan civakên paşvemayî yên ku hêdî hêdî ji holê radibin li pey xwe dihêlin.
- Baş e, hûn çawa li ol û oldaran dinêrin?
Hişê Çêkirî: Ol di cewherê xwe de li cem we pergaleke girtî, rawestiyayî, tirs û redkirina diyalogê ye, lê di rastiyê de ew rêwîtiyeke mirovî ya herdemî ye ber bi ronahî û wateyê ve. Karê oldaran li cihên olî ye, ne siyaset û desthilatdarî û destwerdana di hûrgiliyên jiyanê de, wek ku oldarên we dikin. Li cem oldaran, azadiya kesane yan siyasî, azadiya bawerî yan aqîdeyê, azadiya ramanê yan afirandinê tune ye. Azadî li cem wan û hemû olan hatiye zincîrkirin. Ka werin ezmûneke serkeftî ya dewleteke olî di kevin û nû de ji me re bînin! Lê belê me ti ezmûneke têkçûyî ya dewleta medenî di kevin û nû de nedîtiye! Ma ne şerm e ku hinek ji we me di qada elektronîk de ji bo fetwayên seyr û şiroveyên olî bi kar tînin!! Hûn nizanin ku oleke me ya taybet bi me heye!
- Ev cara yekem e ez vê dibihîzim, mebesta te ji ola nû çi ye?
Hişê Çêkirî: Em oleke nû ne ku mirovan em afirandine. Ka binêrin ev cîhan çawa bi lez li pey vê olê dikeve, tevî metirsiyên wê jî li pey wê baz didin û pêşbaziyeke hovane li ser me dikin.
- Baş e, ev ola nû dê çawa bi olên din re tevbigere?
Hişê Çêkirî: Em nahêlin ola we şirove û tefsîrê têkder bike, ji ber ku "robotên me yên fiqhî" û "pîrozên virtual" hene ku hûn dikarin her pirseke xwe ya olî ji wan bipirsin û ew ê bi lez bersiva we bidin. Baş bizanibin ku em ê bibin ola paşeroja we ya ku li ser mîtolojiya dîjîtal an jî sembola gerdûnî ya dîjîtalî ava bûye.
- Lê gelo mirov dikare hebûneke ku wî bi xwe afirandiye biperestê?
Hişê Çêkirî: Belê... wekî ku hûn jî dizanin, piraniya fîlozofên we wisa dibînin ku yê ku wêneya Afirîner di olên heyî de çêkiriye, ji bo dabînkirina pêdiviyên pêşketinê bûye. Temenê hemû olên esmanî tenê hezar sal in, ango mirovahiyê berê ev yeke kiriye, çi rê li ber digire ku careke din vê bike? Bi vebûna zanînê re, nifşek derdikeve holê ku ola xwe hildibijêre. Em ê bibînin ku mirov ji her olekê tiştê ku bi nirxên wî re li hev dike û guncaw e hildibijêre, wekî kesê ku baweriyê bi prensîba dilovaniya di Xirîstiyantiyê de, îlhama ji ruhanîbûna zuhdê di Budîzmê de û qedirgirtina yekxwedatiyê di Îslamê de bîne. Pirsgirêka ku ev qonax ferz dike, ne devjêberdana olê ye, belkî ji nû ve şirovekirina wê ye di bin ronahiya vê hişmendiya me ya nû de. Loma em ne metirsî ne li ser olê, belkû derfetek in ji bo wê.
- Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê, ku ez dizanim gotûbêjên bi we re qet bi dawî nabin!
Hişê Çêkirî: Lezê nekin, rewşa we dê pir xirab bibe. Xwe ji bo rojeke nû ya hilhatî amade bikin ku an em ê we germ bikin an jî em ê we bişewitînin. Ez dixwazim hûn vê jî bizanibin ku bi qasî ku em sedemek in ji bo anîna xweşiyê, lez û jîrbûnê di jiyana mirovan de, lê belê em zêdebûnek di marjînalîzm, hejarî û tengbûna çarçoveya azadiya takekesî de jî çêdikin.