Vê gotina Will Durant dibêjim

Eger Kurd di hundirê xwe de çaksaziyê neke - li rûyê siyasî û damezraweyî û gel ve - cîhana derve dê li destwerdan û sûd wergirtina ji xalên lawaz de berdewam bibe.

Aug 7, 2025 - 19:40
Vê gotina Will Durant dibêjim

Kameran Abdullah Caf

‎Kurd li kudera vê gotina kûr û bi nirx a dîroknivîs Will Durant e: ‎"Şaristaniyeteke mezin, heta ku di hundir ve xwe hilneweşîne, bi hêzên derekî ve nikare bê dagîr kirin". Ev gotin regeke xwe yê girîng û dîrokî û felsefî heye. Gelek caran jî, bi dirêjahiya serdeman de, ji bo şîrovekirina sedemên rûxana Împaratoriyet û civakan hatiye bikaranîn. Lê belê di heman demê de, dikare bibe bingeheke bihêz ya bi agahdarbûn û avakirineke bi hêz ya şaristaniyet û dewletê. 

Em dikarin vê gotina bi nirx, ji bo rastiya rewşa Herêma Kurdistanê û pirsa Kurd bi giştî de, li çend nêrînek ve şîrove bikin: 

Yekem: Şîrovekirina vê gotinê li çarçoveya rewşa îro ya Kurdan.

 1 - Yekgirtiya navxweyî li hember dabeşbûnê: Pirsgirêka serekî di dîroka hevçerx a Kurdan de tenê destêwerdanên derekî nîne, belku dabeşbûna siyasî û partîtî ya navxweyî ye, Her wiha nakokiyên di navbera hêzên Kurdî bi xwe de ne (Wek di ezmûna salên şêstî û heftihî û nohtî yên sedsala bihurî de). Ji ber vê yekê ev perçebûn wiha kir welatên herêmî yên dewrûber (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) destwerdan û kontrolkirin û perçe perçekirina destkeftên Kurdan hêsantir bikin.

2 - Nebûna projeyeke niştimanî ya yekgirtî; Her çende Kurd, ziman û nasname û çandeke heta radeyekê yekgirtî heye, lê belê li rûyê stratejiyeta siyasî ve ne yekgirtî ne û gelek caran jî ketine bin bandora komên biçûk yan herêmî.

3 - Lawaziya saziyan û avakirina dewletê: Her "şaristaniyetek" yan kiyaneke siyasî nikarê li hember gefan li ber xwe bide, eger saziyên wê lawaz bin yan bi bandor nebin. Ji bo wê yekê gendeliya kargêrî û darayî, hilwerîna baweriya gel û nebûna saziyên bi hêz dibe sedema hilwerîna navxweyî û ji bo bandora derekî hêsankariyê dike. 

Duyem: Kurd çawa dikarin vê qonaxê derbas bikin.

1 - Avakirina navxweyeke yekgirtî li ser bingeheke medenî û bêalî. Kontrolkirina nakokî û cudahiyên teng ên partîtiyê bi rêya diyaloga niştimanî ya berfireh û damezrandina Encûmena Şêwirmendiya Niştimanî ya serbixwe ya Kurd ku nûnertiya berjewendiyên gelê Kurd yên li hemû perçeyên Kurdistanê bike û li korbendên navdewletî de li ser mafên wan dakokîkar be. 

‎2 - Çaksaziya navxweyî ya ciddî: Rûbirûbûna gendelî, burokrasî, bihêzkirina dezgehên dadwerî, perwerde, tendirustî û bihêzkirina prensîpa lêpirsînê, cudakirina desthilatan, rêzgirtina li mafên mirov û azadiya raderbirînê de. ‎

3 - Pêkanîna projeyeke neteweyî ya hemdem: Pêwîstiya Kurdan bi nêrîneke siyasî ya realist û rastînbînane heye ku hevsengiyên herêmî û navdewletî li ber çavan bigire. Xebata neteweyî ya çendîn saliya pir bi qurbanî, divê bi pêverên nûjen yên wekî mafên mirovan, rêveberiyeke baş û dîplomasiya jîr re bê tevlî kirin û yekxistin.
 
‎4 - Bihêzkirina eniya navxweyî bi hişyariya gel: Belavkirina hişyariya siyasî û çandî ya di derbarê girîngiya yekrêzî û ziyanên perçebûn û her wiha piştgiriya civaka sivil û medyaya serbixwe di çarçoveya yasayê di nava welatiyan da. 

‎5 - Cûrbicûrkirina peywendiyên derve û girêdayî nemane bi ti aliyekî ve: Pêwîst e Kurd ji waneyên rabihurî fêr bibin, zêde pişta xwe bi ti hêzeke derekî ve girênedin û ji bo avakirina peywendiyên hevseng bi hemû aliyên herêmî û navdewletî re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kar bikin. 

Di dawî yê de dibêjim, ev gotina bi nirx ne tenê hişyarkirinek e, belku zengeke hişyarkirinê ye: ‎Eger Kurd di hundirê xwe de çaksaziyê neke - li rûyê siyasî û damezraweyî û gel ve - cîhana derve dê li destwerdan û sûd wergirtina ji xalên lawaz de berdewam bibe. Ji bo wê yekê avakirina mala Kurd li hundir de pêşîneya karan e, ne ku li benda "alikariya derekî" ve man. 

Her wiha ev daxwaza hemû xelkê birûmet û xweragir ê Kurdistanê ye, bi taybetî malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî û pêkanîna xewna hemû şehîdan û enfalkiriyan e.