Herêma Kurdistanê: Rastiya Niha, Rewşa Hilbijartinan û Rola Civaka Sivîl

Herêma Kurdistanê: Rastiya Niha, Rewşa Hilbijartinan û Rola Civaka Sivîl

Oct 23, 2025 - 13:08
Oct 23, 2025 - 13:11
Herêma Kurdistanê: Rastiya Niha, Rewşa Hilbijartinan û Rola Civaka Sivîl
Herêma Kurdistanê: Rastiya Niha, Rewşa Hilbijartinan û Rola Civaka Sivîl

Hewlêr - Kurdistan: Hawraman Ali Tawfik li rojnameya Xebat hejmara (7084) çarşema 22ê cotmeha 2025 li rûpela 11 an de li jêr navnîşana (Herêma Kurdistanê, Rastiya Niha, Rewşa Hilbijartinan û Rola Civaka Sivîl) de gotarek nivîsiye. Tawfik Herêma Kurdistanê ya Iraqê, wek modelekeke yekta û cuda ya xweseriyê li Rojhilata Navîn, daxwazên neteweyî û niştimanî bi astengiyên siyasî û aborî yên tevlihev ve girê dide. Ji sala 1991an ve, Herêmê saziyên xwe zexm kirine û di çarçoveya federaliya Iraqê de ezmûneke demokrasiya nisbî ava kiriye. Lê îro, ev ezmûn di ronahiya rewşa siyasî û aborî ya niha, kêşeyên nû yên hilbijartinê, û rola hêz û aliyên siyasî û civakî di rêvebirina rêça giştî ya Herêmê de, bi pirsên bingehîn li ser paşeroja xwe re rû bi rû dimîne.

Rewşa Niha ya Herêma Kurdistanê

Dîmenê Siyasî

Her çend Herêma Kurdistanê xwedî pêkhateyeke siyasî ya yekbûyî û cihêreng, parlementoyeke hilbijartî û hikûmeteke herêmî ya bi bandor û xwedî bername û dîtinên paşerojê be jî, dîmenê navxweyî nêzî dabeşbûnên partîtiyê ye ku bandora biryarên siyasî û çalakiya wê sînordar kiriye. Nakokiyên di navbera partiyên siyasî de bandoreke zelal li ser rêveberî û dabeşkirina çavkanî û desthilatdariyê heye. Di heman demê de, aloziyên bi hikûmeta federal li Bexdayê re, bi taybetî li ser petrol û budçeyê, bêîstîqrara siyasî zêdetir dike û pêşî li pêşketina sazî digire. Lê belê, vê rewşê bandor li ser pêşveçûn û avakirina Herêma Kurdistanê nekiriye.

Rastiya Aborî û Pêşkeftin

Petrol an ku Neft, stûna sereke ya aboriya Kurd pêk tîne, ku di vî warî de Herêm bi buhabûn û krîza darayî re rû bi rû dimîne, û di navbera Iraq û Hewlêrê de nakokiyên girîng hene. Tevî vê yekê, hikûmeta Herêmê hewlên berçav dide ji bo berfirehkirina bingeha aborî û cihêrengkirina çavkaniyên dahatê bi rêya veberhênanê li çandinî, geştyarî û pîşesaziyên hilberînê.

Her wiha, Herêma Kurdistanê di binesaziya xwe de pêşketineke berçav dîtiye. Bi avakirina projeyên niştecihbûnê, civakên perwerdeyî û lênihêrîna tenduristiyê, û damezrandina sîstemeke rêyên nûjen ku bajar û bajarokên Herêmê bi hev ve girêdide. Ev, ligel baştirkirina beşên din ên xizmetguzariyê ji bo welatiyan di warê av, elektrîk, xwarin û perwerdehiyê de, di salên dawî de her tim girîngî li ser baştirkirina xizmetguzariyên giştî û nûkirina qanûnên aborî hatiye dayîn ji bo kişandina veberhênanên biyanî û bilindkirin û aramkirina rewşa darayî.

Rewşa Niha ya Hilbijartinan

Herêmê di Cotmeha 2024’an de hilbijartinên parlamanî yên paşxistî li dar xist, piştî ku ji ber nakokiyên siyasî û qanûnî zêdetirî du salan ev hilbijartin hatibûn paşxistin. Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hatin çavdêrîkirin, ev jî piştî biryareke Dadgeha Federal ji bo hilweşandina komîsyona hilbijartinên Herêmê hat.

Tevî van guhertinan, beşdariya gel girîng bû û daxwazeke civakî ya berfireh di warê siyasî de hebû. Encamên hilbijartinan berdewamî û bandora Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nîşan dane.

Di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, nakokiyên partiyan pêkanîna hikûmeteke nû paşxistin. Lêbelê, berevajî aliyan, PDK li ser sozên xwe xebitî, ji ber ku rewşa aborî ya dijwar bandor li ser hestên dengdêran kiribû ji bo zêdebûna daxwaza çaksaziyên îdarî û darayî.

Vê rewşê kir ku hilbijartin ne tenê bûyereke siyasî be, lê ceribandinek be ji bo karîna Herêmê û bi taybetî ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê di ji nû ve avakirina baweriyê di navbera welatiyan û saziyan de û guhertina mekanîzmaya kampanyaya hilbijartinê ji gotin û dirûşman ber bi kar û kiryaran ve li meydanê ji bo berjewendiya gel. Guhertina şêwaz û qonaxan gaveke ku ew jî wek serbilindî û destkeftiyek ji bo PDKê dimîne.

Hewldanên Avakirin û Pêşveçûnê

Tevî pirsgirêkên darayî, hikûmeta Herêmê bernameyên xwe yên pêşkeftinê li qadên cuda didomîne:

Avakirin û Pêşxistina Binesaziyê: Berfirehkirina rêyan, girêdana bajaran bi torên veguhestinê yên nûjen, û avakirina civakên niştecihbûnê yên nû û civakên geştyariyê yên berfireh û nûjen, û nûkirina cihên geştyarî bi dîzayn û masterplanên nû.

Perwerde: Damezrandina zanîngeh û navendên lêkolînê yên nû, û pêşxistina bernameyên akademîk ji bo ku li gor bazara kar tevbigerin. Ev gaveke ku dikare di pêşerojê de gelek sûdê bide sektora perwerdehiyê.

Tenduristî: Avakirina nexweşxaneyên pispor û navendên bijîşkî yên pêşketî li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Îro em dibînin ku gelek bijîşkên pispor li Herêmê karê xwe dikin û gelek ji wan derman û emeliyatên ku berê welatiyên Kurd ji bo wan diçûn welatên cîran, îro bi hêsanî li nav Herêmê têne kirin. Ev sektor hîn di rêya pêşketinê de ye, û dema wê hatiye ku di pêşerojê de li ser avakirina sîstema bîmeya tenduristiyê jî were xebitîn, wekî yek ji wan sektorên girîng ku rasterast bi jiyan û tenduristiya welatiyan ve girêdayî ye.

Çandinî û Pîşesazî: Destpêkirina bernameyan ji bo piştgiriya hilberîna navxweyî û teşwîqkirina pîşesaziyên piçûk û navîn û teşwîqkirina cotkarên Kurd ku hilberînên xwe zêde bikin û cihêreng bikin û paşê wan bişînin derve û teşwîqkirina pargîdaniyên biyanî ku alîkariya cotkarên Kurd bikin di geşkirina sektora çandinî û pîşesaziyê de.

Ev projeyan nîşaneke zelal in ji bo daxwaza cidî ya hikûmetê ji bo pêşxistina Herêmê û gihîştina xwebixwebûnê.

Rola Civaka Sivîl, Medya û Ciwanan

Civaka Sivîl

Saziyên civaka sivîl di çavdêrîkirina performansa hikûmetê û pêşxistina zelaliyê de roleke pêşketî dilîzin. Gelek rêxistinên herêmî di warên mafên mirovan, bihêzkirina jinan û rêveberiya baş de kar dikin. Her wiha, hin ji wan dest bi rola çavdêriyê kirine di dema pêvajoyên hilbijartinan de û bihêzkirina pratîkên demokrasiyê û kêmkirina binpêkirinan.

Rola Ciwanan

Ciwan piraniya nifûsa Herêmê pêk tînin û hêza lezîn a her pêvajoya çaksaziyê ne. Her tim tevgerên pîşeyî yên xwendekaran û beşên din, daxwazên ciwanan ji bo dewleteke nûjen li ser bingeha karîgerî û dadperweriyê îfade kirine. Beşdariya ciwanan di hilbijartinên dawî de, hem wekî dengdêr û hem jî wekî berendam, nîşandereke erênî ye ji bo zêdebûna hişyariya siyasî û civakî.

Ragihandin

Medyaya herêmî di şiklê raya giştî de roleke sereke dilîze, lê hîn jî carinan ji ber girêdayiya partîtiyê dikişîne. Di beramber de, saziyên ragihandinê yên serbixwe û platformên dîjîtal beşdarî afirandina qadên nû ji bo nîqaşan bûne, alîkarî kirine ji bo bilindkirina asta hişyariya siyasî û çavdêrîkirina performansa hikûmet û aliyên siyasî.

Herêma Kurdistanê li qadeke dîrokî rawestiyaye. Dema ku hewldanên pêşkeftinê û hilbijartinên dawî îradeyek ji bo nûbûn û çaksaziyê nîşan didin, lê astengiyên siyasî û aborî wekî kêşeyek mezin li pêşiya aramî û gavên pêş dimînin.

Paşeroja Herêmê bi yekkirina refên navxweyî û domandina polîtîkayên avakirin û pêşveçûnê û bihêzkirina rola ciwanan û civaka sivîl di piştgiriya saziyên demokratîk de girêdayî ye. Tenê bi vî rengî Herêma Kurdistanê dikare rêwîtiya xwe ber bi modelekeke xweseriya serkeftî ve bidomîne, ku li ser bingeha zelalî, pêşkeftina domdar û îstîqrara siyasî be.