Karîzmaya Serok Barzanî û Hesta Ciwanên Kurdistanî yên Dûrî Welat
Karîzmaya Serok Barzanî û Hesta Ciwanên Kurdistanî yên Dûrî Welat

Sed ciwan, ku Kurdên perçeyên cûda yên Kurdistanê bûn û li xerîbiyê dijiyan, û çend ciwanên Ewropî yên bi eslê xwe Alman û Hollandî jî di nav de hebûn, geştek ji bo wan hate rêxistin û ji bo çend rojan hatin Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê çûn çend cihan û serdanan encamdan. Yek ji wan serdanên pir girîng bû, civîna wan ya digel Cenabê Serok Barzanî bû. Bi dilxweşî, ez jî wekî berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî di wan serdanan de bi wan re bûm û dixwazim bi kurtî hesta xwe û wan ciwanan ya di derbarê wan serdanan de bînim ziman.
Dema ku hûn dixwazin bi pênûsekê bîranînên rojeke girîng û îlhamdar a jiyana xwe binivîsin, ne hêsan e ku hûn hemî hestên xwe kom bikin û li ser rûpelekî hişk û bê ruh birêjin. Lê belê, bûyer û demên zêrîn ên wiha tên jiyana mirov ku ji bo nivîsîna wan tiliyên mirov dibin pênûs û li dengê hundirê xwe guhdarî dikin, bi dilê xwe re diaxivin û di heman demê de bi hişê xwe re jî dilîzin. Ji bo bîranîna wan bîranînên zêrîn, çav dibe zûma kamerayê û dev jî dibe bilindgoyê, û dîmenan ji bo deftera bîranînan ji xwendevanan re vediguhezînin.
Pêncê Cotmeha îsal (2025) rojeke dîrokî bû, di serî de ji bo min bi xwe û di deftera bîranînên me de dê bimîne, ji ber ku roja me bi aramî û coşa serdaneke girîng dest pê kir û ev roj her bi bedewî û girîngî ma heta êvar hat û roj çû ava. Ev ne tenê li cem min, lê li cem hemî wan ciwanên Kurdistanî yên ku ji xerîbiyê vegeriyabûn ji bo geşteke Başûrê Kurdistanê û di nav wê geştê de çend serdanên pir girîng hebûn. Ji bo serdana Serok Barzanî, wekî ku ew roj cejneke neteweyî be û ew diçin ahengeke neteweyî ya mezin, bi awayekî ku di rû û tevgera laşê wan de dihat xwendin ku serbilindî û şabûn rêberiya hestên dilê her kesî dikirin.
Anîna 100 ciwanên Kurdistanî ji parçeyên cûda yên Kurdistanê yên ku li xerîbiyê dijîn û rêxistinkirina geşteke çend rojan a girîng ji bo wan li Başûrê Kurdistanê, projeya Federasyona Ciwanan e ku beşek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye û piştgiriya sereke ya vê projeyê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rêzdar Mesrûr Barzanî ye, digel hevkarên vê projeyê yên wekî (Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî) û Nivîsîngeha birêz Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî. Bernameya projeya (Bi xêr hatin bo Kurdistanê) ji aliyê Yad Emîn û Qehreman Osman ve hatibû rêkxistin. Bê guman, komek ciwan ji her du zayendan di serketina vê projeyê de destê wan diyar e û cihê rêz û rûmetê ne.
Dema ku ez dibêjim ne hêsan e ku hest bên vegotin, ji ber wê yekê ye ku ew şabûna di çav û rûyê wan ciwanan de bû, heman hest di hundirê min de jî hebû. Gava ku min ji wan guhdarî dikir, yekî digot: "Canê min dilerize," yê din digot: "Laşê min ditevize," yekî din jî kenê xwe yê şabûnê ji rûyê xwe bernedida. Di rêzê de, dema ku em ji bo kişandina wêneyan digel Cenabê Serok sekinîbûn, çavê min diçû ser kenê yên ku wêneyên xwe kişandibûn û destên wan li ser dilê wan bûn. Wan bi xwe hest bi lêdana dilê xwe dikir, ji ber ku xewnek wan hebû, ew jî serdan û kişandina wêneyeke bîranînî û serbilindî bû digel Cenabê Serok, bi awayekî ku payiza zerpûş bihara hezar hêviyan di wan de dida xûyakirin.
Divê ez bibêjim ku Xweda ji min û wan ciwanan û yên din ên ku di wê serdanê de beşdar bûn hez dike, ji ber ku wî qederek wisa ji me re çêkir ku Pêncê Cotmehê bibe bîranînek xweş û serbilindiyeke mezin di hiş û bîranîna her yek ji me de, ji ber ku guhdarîkirina şîretên Serok Barzanî ji bo me îlhamdar e û dersên jiyanê ne ku pêş ve biçîn.
Gava ku Serok rû li beşdaran kir û got: "Erkê we ye ku hûn xizmeta wan welatan bikin ku hûn lê dijîn, lê Kurdistana dayik û Kurdistanîbûnê ji bîr nekin. Hûn beşek ji hebûna neteweyekê di diyasporayê de ne, ez bi dîtina we kêfxweş im." Dûvre, wî bi taybetî bi xêr hatina wan ciwanên Ewropî yên ku hatibûn Kurdistanê jî kir û got: "Li vir welatê pêkvejiyanê ye, me qet cudahî di navbera neteweyan û ayînan de nekiriye. Me beşdarî şerê DAIŞ'ê kir, min bi xwe serpereştiya mîhweran dikir û Pêşmergeyên me beşdarî rizgarkirina bajarê Kobanê jî bûn, ji bo ku em neteweya xwe û axa xwe biparêzin."
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Serok Barzanî girîngiya civîna Kurdistanîyên diyasporayê di bin sîwana neteweyî de ji bo parastina çand, ziman û nasnameya neteweyî û piştgiriya doza rewa ya Kurdistanê anî ziman. Her wiha tekez kir: "Ciwanên Kurdistanî yên li derveyî welat divê di nav organ û sazî û dezgehên welatên cîhanê de xwedî cihekî û giranî bin û girîngiyê bidin xwendin û xwe-perwerdekirinê." Niha bifikirin, serokekî Pêşmerge di nava vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn û herêmê de, çawa bi hûrgilî hêviyê dide ciwanan û ji me re dibêje: "Sibe dê ji îro çêtir be, hûn xwedî hêz, enerjî û şiyanên çêtir in û di hewldanên xwe de berdewam bin, hûnê bigihîjin armancên xwe."
Hermin Ehmed