ZERYA Çîroka Deng û Bîranîna Gelekî

‎Hevpeyvînek Taybet bi Derhêner Zagros Çetînkaya re: ZERYA – Çîroka Deng û Bîranîna Gelekî

Oct 12, 2025 - 20:36
Oct 12, 2025 - 20:40
ZERYA Çîroka Deng û Bîranîna Gelekî
‎Hevpeyvînek Taybet bi Derhêner Zagros Çetînkaya re: ZERYA – Çîroka Deng û Bîranîna Gelekî

Derhênerê ji Kurdên Anatoliya Navîn, Zagros Çetînkaya, bi fîlma xwe ya kurt "ZERYA" re, dengê qêrîna bêdeng a jinan li ser riya koçberî û berxwedanê tîne ser ekranê. Çetînkaya tekez dike ku nasname ji bo wî ne paşxanek, lê dengek e ku divê di sînemayê de bê dîtin.

Zagros Çetînkaya, derhênerê ciwan ê ku ji bo fîlma xwe ya kurt "ZERYA" gelek xelat wergirtine, di hevpeyvînek taybet de bi nivîskar Uskê Cîmîk re, li ser çîroka fîlmê, nasnameya xwe ya Kurd, û giranbihahiya sînemaya Kurdî axivî. Çetînkaya ku bi eslê xwe ji gundekî biçûk ê (Karacadağ) Xelîkan a Konyayê ye, zarokatiya xwe li zozanên Molê Oskê (Zozanên Tekdam) derbas kiriye, cîhê ku afirînerî û azadiya wî lê dest pê kiriye.

Zarokatî û Bandora Koma Xelîkan:

Çetînkaya dibêje, zarokatiya wî li Tekdamê, di nav xizanî û kêmasiyan de derbas bûye, lê ev rewş bûye teşwîqek ji bo afirînerî û xeyalan. "Me ji qûtîkên tenekeyî otomobîl, ji heriyê mal û ji hirîyên pez jî lîstok çêdikirin. Ew cografya me teşwîqî hilberandin, xeyalkirin û azadbûnê kir."

Her wiha bandora Koma Xelîkan jî li ser wî pir zêde bûye. Wî Koma Xelîkan wekî "ne tenê komek muzîkê, lê akademiyek hunerê" binav kir, ku lê muzîk bi dîqet û dilgermî dihat kirin û huner dihat teşwîqkirin. "Her endamekî wê di zanîngehên bi nav û deng ên Tirkiyeyê de dixwendin: Birayê Ergin li Siyasî ya Enqereyê, birayê Ezman li Zanîngeha Egeyê, Mam Ramazan li Hacettepeyê xwendekar bûn. Yekî şêwirmendê darayî, yekî endezyarê kîmyayê, yekî mamosteyê bîrkarî an ku matematîkê bû." Di wê derdorê de, di navbera Şakîro û Gipsy Kings, Kasımo û The Beatles de, behsa polîtîka, asîmîlasyon û mijarên rojane dihat kirin. Çetînkaya, ku ji vî kokî tê, dibêje ev ji bo wî şansek mezin bûye û di pêşketina wî ya wekî derhêner û senarîst de bandorek mezin heye.

Nasname: Ne Paşxanek, Lê Dengek:

Çetînkaya dibêje: "Ji bo min nasname ne paşxanek, lê dengek e. Ji Kurdên Anatoliya Navîn hatinî, tê wateya ku di nava qêrînek bêdeng de mezin bûyî – di bin siya tiştên ku nekarîn bêne axaftin, hestên bindestkirî de." Di sînemayê de, ew hewl dide ku vî dengî û vê bêdengiyê eşkere bike. "Di çîrokên min de, tenêbûn, berxwedan û hêviya ku nasname diafirîne, her dem xwe nîşan dide."

Çawa Fikra "ZERYA" Derket Holê:

Fikra "ZERYA" di sala 2018an de derket holê, dema ku Çetînkaya bi jineke bi navê Zerya re hevnasî. Zerya, çîroka xwe ya koçberiyê ji Rojava ber bi Norwêcê vegot: mêrê wê di rê de ew terk kiriye, ji aliyê koçberekî din ve tecawiz lê hatiye kirin, û ew neçar maye ku li kampa penaberan a Norwêcê bi tecawizkarê xwe re bimîne, bêyî ku bikare îsbat bike ku çi hatiye serê wê. "Ev çîrok ji min re ne biyanî bû," dibêje Çetînkaya. "Di wê demê de, li gelek deverên Ewropayê, jinên ku bi DAIŞê re rû bi rû mabûn, neçar dihatin ku bi wan ên ku îşkence lê kiribûn re li heman kampan bijîn. Rêwîtiya hêviyê bibû tirsên 'dibe ku dîsa bibe'." Vê rewşê wî nerehet kiriye û wî xwestiye dengê Zerya, qêrîna wê ya bêdeng, bide bihîstin.

Berpirsiyariya Çîroka Rastîn û Hilbijartina Zimanê Kurdî:

Gava ku Çetînkaya çîrokeke rastîn dinivîse, berpirsiyariyek mezin hîs dike. "Min xwest ku ez çîrokê ne xweş bikim, lê rûmetdar bikim." Ji ber vê yekê, wî hewl daye ku vegotinek sade, dilpak û rast biparêze. Senaryoya fîlmê, tevî ku tenê 10 deqe ye, du sal dom kiriye heta ku karibin dest bi hilberînê bikin.

Hilbijartina zimanê Kurdî ji bo Çetînkaya tenê ne tercîhek hunerî, lê helwestekî hebûnê ye. "Ziman, bîranîna gelekî ye. Ji bo min, çêkirina fîlmekî Kurdî ne tenê hilbijartinek hunerî ye, lê helwestek hebûnî ye. Bihîstina wî zimanî, bihîstina rabirdûya min e." Ew bawer dike ku her çend sînema hunerek gerdûnî be jî, carinan hestên herî gerdûnî bi zimanên herî kesane têne vegotin.

Zehmetiyên Dîmenên Fîlmê:

Di dema kişandinê de, dîmena herî zehmet ji bo Çetînkaya riya koçberiyê bû. "Di kişandinên daristanê de em nêzîkî 70 kes bûn: deng, kamera, fîguran, karakterên sereke… Hewa her dem diguherî: baran, ewr, roj; paşê dîsa baran… Di van şert û mercan de parastina giraniya hestyarî, rêvebirina lîstikvanan pir dijwar bû." Dîmenek din a dijwar jî dîmena tecawizê bû, ku tê de kêr, şer, berxwedan û bêdengî hebû. Lê bi saya tîmeke hêja, wan serî hildan.

şwazî û Mesaja ji Bo Hunerparêzan:

Çetînkaya, li ser xelat û eleqeya ku "ZERYA" di festîvalan de dîtiye, dibêje, "Her xelat bêguman kêfxweşî ye; lê ji bo min kêliya herî bi qîmet ew bû ku piştî fîlmê, temaşevanek hat û got 'Dayika min jî mîna Zerya bû'." Ji bo wî, fîlm ne çîrokek serkeftinê ye, lê bangek bîranînê ye. Festîvalan tenê dengê wê bangê zêdetir kiriye. Kêliya herî bi bandor jî dema Zerya fîlma xwe temaşe kiriye.

Ji bo hunermendên ciwan, Çetînkaya peyamek eşkere dide: "Hin çîrok li bendê lehengên xwe ne – hin bi êş, hin bi hêvî. Lê divê bê tirs bêne vegotin. Dibe ku çîroka we biçûk, bêdeng an jibîrkirî be; lê heke bi rastî kokên wê hebin, rojekê wê bigihîje yekî."

Projeyên Pêşerojê:

Çetînkaya dibêje ku cografyaya Anatoliya Navîn bi sedan çîrokên nehatine vegotin hene. Niha li ser çend projeyan dixebite: yek çîroka malbatekê ye ku di riyên koçberiyê de winda bûye, û ya din jî rêwîtiya bîranînê ya zarokekî ku di sirgûnê de mezin bûye. "ZERYA" ji bo wî tenê destpêk bû çîrokek ku bihîstiye, qêrînek ku xwestiye vebêje.

Bîranînek ji Zerya:

Çetînkaya di dawiyê de bîranînek taybet a piştî qedandina fîlmê parve dike: Piştî ku fîlm qediya, wî ji Zerya xwest ku fîlmê temaşe bike. Piştî 11 deqîqeyan ku Zerya fîlm temaşe kir, wî lê geriya. "Min tenê hîcikên Zerya bihîst… Min li dengê rondikên wê guhdarî kir." Zerya tenê got, "Ez ê paşê li te bigerim," û têlefonê girt. Wê qet lê negeriya. Lê Çetînkaya dizane: "Li cihekî Zerya û Zeryayên din, ji bo ku ez bûm dengê qêrînên wan, xwediyê kenekî xemgîn in."

Ev hevpeyvîn bi zelalî nîşan dide ku Zagros Çetînkaya, ne tenê derhênerek e, lê dengbêjekî dîroka Kurdî ye ku bi hunera xwe hewl dide bîranîn û berxwedana gelekî ji jibîrkirinê biparêze.