Dosyeya Kurdên Azerbaycanê û Kurdistana Sor
Di Bernameya Taybet a Yekbûn TVyê de Dosyeya Kurdên Azerbaycanê: Ji Êşa Koçberiyê Heta Hêviya Vegera Laçînê
Di bernameya "Rû bi Rû" ya vê hefteyê de, ku li ser ekrana Yekbûn TVyê hat weşandin û ji aliyê Meyana Hesen ve hat pêşkêşkirin, rûpeleke giring a dîroka Kurdan hat vekirin. Di bernameyê de nûnerên civaka Kurd ên li Azerbaycanê, behsa rewşa xwe ya niha, pêvajoya bişaftinê, xebatên çandî û hêviyên vegera li ser axa bav û kalan a li "Kurdistana Sor" kirin.
Komaleya Ronahî û Têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re
Mêvanê yekem ê bernameyê, Serokê Komaleya Ronahî Zabit Mammadov bû. Mammadov da zanîn ku sazûmana wan di sala 1990î de, di demeke ku Yekîtiya Sovyetê belav dibû de hatiye damezrandin. Wî destnîşan kir ku dewleta Azerbaycanê piştgirî daye xebatên wan ên çandî û got: "Wezareta Çandê di destpêkê de alîkariya me kir. Armanca me ew e ku em çand, ziman û dîroka Kurdên li vir biparêzin. Di van demên dawî de pirtûka nivîskarê Kurd Ehmedê Hepo ji aliyê dewletê ve hat çapkirin, ev gavên giring in."
Mammadov her wiha bal kişand ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bakûyê û ev serdan wekî "bûyereke dîrokî û cihê şanaziyê" pênase kir. Wî got ku ev têkilî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo dewleta Azerbaycanê erênî ne û ew dixwazin di navbera her du gelan de bibin pira dostaniyê.
Birîna Kûr a Salên 90î û Plana "Vegera Mezin"
Cîgirê Serokê Komaleya Ronahî Emîn Xanlarov, ku bi eslê xwe ji herêma Laçînê ye, behsa trajediyên salên 1990î kir. Xanlarov bi bîr xist ku di sala 1992yan de piştî dagirkirina herêmên wekî Laçîn, Kelbecer, Qubadli û Zengîlanê ji aliyê Ermenistanê ve, bi sed hezaran Kurd û Azerî neçar mane koç bikin û li 65 herêmên cuda yên Azerbaycanê belav bûne.
Xanlarov li ser pirsa "Gelo Kurd vedigerin Laçînê?" bersiveke berfireh da: "Piştî şerê dawî yê Qerebaxê û azadkirina axa me, hêviyeke mezin çêbûye. Lê niha binesazî tune ye, her der wêran bûye. Dewlet bernameyeke bi navê 'Vegera Mezin' dimeşîne. Tê payîn ku di sala 2026an de gundê Qerakeç (Qarakeçilî) ê Laçînê ku gundekî mezin ê Kurdan e, bê avedankirin û xelk lê vegere. Heta niha veger bi awayekî ferdî çêbûye, lê vegera komî hêj dest pê nekiriye."
Xanlarov her wiha li ser rexneyên ku çima Kurdên wir zimanê xwe ji bîr kirine jî axivî û got ku ji ber belavbûna wan a li seranserê welêt û jiyana hevpar a bi Azeriyan re, pêvajoyeke asîmîlasyonê ya xwezayî çêbûye, lê dilsoziya wan a bi nasnameya Kurdî re her dem zindî maye.
Nêrîna Ciwanan: "Kurdên Azerbaycanê" li şûna "Kurdistana Sor"
Çalakvanê ciwan û damezrînerê "Navenda Medyaya Kurdî ya Azerbaycanê" Îbrahîm Eliyev, di bernameyê de nêrîna nifşê nû anî ziman. Eliyev diyar kir ku wî ev platforma dîjîtal ava kiriye da ku agahiyên rast derbarê Kurdên Azerbaycanê de bigihîne raya giştî ya cîhanê û pêşî li dezenformasyonan bigire.
Eliyev li ser têgeha "Kurdistana Sor" nêrîneke balkêş pêşkêş kir: "Em dizanin ku di dîrokê de (1923-1929) yekeyeke îdarî bi navê Kurdistana Sor hebûye. Lê îro em tercîh dikin ku em bibêjin 'Kurdên Azerbaycanê'. Çimkî Kurdistana Sor tenê 5-6 rayonan (navçeyan) digire nav xwe, lê Kurd îro li Gence, Bakû û gelek bajarên din jî hene. Em naxwazin xwe tenê bi herêmekê sînordar bikin, em parçeyek ji tevahiya civaka Azerbaycanê ne, mîna ku li Amerîkayê dibêjin 'Amerîkî', em jî 'Azerbaycanî' ne lê bi koka xwe Kurd in."
Muzîk Wekî Amûra Parastina Ziman
Hunermend Cavanşir Şero ku ji herêma Naxçivanê ye, di bernameyê de behsa rola hunerê kir. Şero mikur hat ku di zarokatiya xwe de li malê bi Kurdî neaxivîne, lê wî bi rêya stranan hewl daye ku zimanê xwe fêr bibe. Wî got: "Muzîk riya herî xurt e ji bo ku em li koka xwe vegerin. Min bi guhdarkirina stranbêjên mezin ên Kurd zimanê xwe pêş xist." Hunermend di dawiya bernameyê de strana navdar a bi navê "Gula Min" ji bo temaşevanan pêşkêş kir.
Di bernameyê de bi giştî hat tekez kirin ku tevî hemû zehmetî, şer û koçberiyê, Kurdên Azerbaycanê dixwazin nasnameya xwe biparêzin. Mêvanan bang li Kurdên perçeyên din kirin ku rewşa wan fêm bikin û piştgiriyê bidin wan, her wiha daxwaza xurtkirina têkiliyên çandî yên di navbera Kurdan û civaka Azerbaycanê de kirin.