YouTube jî li zarokan tê qedexekirin
Li gorî nûçeya Saziya Weşanê ya Awistralyayê (ABC), Wezîra Ragihandinê ya Awistralyayê Anika Wellsê, li ser projeyasaya ku Çiriya Paşîn a 2024an li senatoyê hatibû qebûlkirin daxuyanî da.

Hikûmeta Awistralyayê ragihand ku ew dê YouTubeya platforma vîdeoyan jî tevlî qedexeyên li ser medyaya civakî yên ji bo zarokên ji 16 salî biçûktir bikin.
Li gorî nûçeya Saziya Weşanê ya Awistralyayê (ABC), Wezîra Ragihandinê ya Awistralyayê Anika Wellsê, li ser projeyasaya ku Çiriya Paşîn a 2024an li senatoyê hatibû qebûlkirin daxuyanî da.
Wellsê diyar kir ku di çarçoveya yasaya ku dê ji Kanûna Pêşîn a 2025an ve bikeve meriyetê de, li gel Facebook, TikTok, Snapchat, Reddit, Instagram û Xê, YouTube jî dê were qedexekirin.
“Em dikarin semasiyan kontrol bikin”
Wellsê amaje pê kir ku ji sedî 40ê zererên online ên ku zarokên Awistralyayê dibînin li ser YouTubeyê çêdibin û got:
“Em nikarin okyanusê kontrol bikin lê em dikarin semasiyan kontrol bikin û ji ber vê yekê dema ku ji bo kamêraniya zarokên Awistralyayê têkoşîneke rastîn hebe, gefên yasayî nikarin me bitirsînin.”
Serokwezîr Anthony Albanese jî li ser mijarê got, “Di hevdîtinên xwe yên bi lîderên din re min dît ku ew jî bandora medyaya civakî ya li ser ciwanên welatên xwe lêkolîn dikin û li ber çavan digirin.”
Albanese destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne tenê ya Awistralyayê ye.
YouTube: Helwesta me zelal e
Li aliyê din, YouTubeyê di daxuyaniyeke xwe de got, “Di mijara kêmkirin û rêlibergirtina zererên online de em heman armancê bi hikûmetê re parve dikin.
Lê helwesta me zelal e: YouTube platformeke parvekirina vîdeoyan e ku xwedî pirtûkxaneyeke naveroka bikalîte û belaş e û her ku diçe zêdetir li ser ekranên TVyê tê temaşekirin; ne medyaya civakî ye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku YouTube dê gavên xwe yên bê binirxîne û bi hikûmetê re di nav pêwendiyê de bimîne.
Bi vê yasayê re dê ji bo kesên ji 16 salî biçûktir in vekirina hesabên li van platformên medyaya civakî were qedexekirin.
Platformên medyaya civakî yên cîhanî yên wekî Facebook, TikTok, Snapchat, Reddit, Instagram û Xê, eger li gorî yasayê tenegerin dê bi cezayê pereyan ê heta nêzîkî 33 milyon dolarî re rû bi rû bimînin.
Hinek sepanên peyaman ên wekî WhatsAppê û malperên lîstikên online dê ji vê yasayê bên muafkirin.
Ji bo ciwan û dê û bavên ku li gorî rêbazan tevnagerin ti ceza nehatiye diyarkirin.
Rûdaw