Li Rûsyayê dîsa erd hejiya

Servîsa Jeofîzîkê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ragihand ku erdheja bi hêza 4,4 pileyan li nêzîkî bajarê Gorno Altayskê yê Altayê çêbûye.

Jul 30, 2025 - 15:46
Li Rûsyayê dîsa erd hejiya

Hat ragihandin ku li herêma Altayê ya Rûsyayê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.

Servîsa Jeofîzîkê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ragihand ku erdheja bi hêza 4,4 pileyan li nêzîkî bajarê Gorno Altayskê yê Altayê çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama erdhejê de ti xisareke canî yan madî çênebûye.

Li gorî heman akademiyê, bi dema Moskowê saet derdora 03:00yan li herêma Kamçatkayê erdhejeke bi hêza 8,7 pileyan çêbûbû.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî hêza erdhejê wekî 8,8 pile ragihandibû.


Rûdaw