Karmendên Kurdistanê Li Seulê Têne Perwerdekirin

Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Koreyê (KOICA): Karmendên Herêma Kurdistanê Ji Bo Pêşxistina Sektora Avê li Koreya Başûr Tên Rahênankirin

Sep 25, 2025 - 20:13
Karmendên Kurdistanê Li Seulê Têne Perwerdekirin
Karmendên Kurdistanê Li Seulê Têne Perwerdekirin

Seul - Koreya Başur: Di çarçoveya hewldanên ji bo pêşxistina sektora avê li Herêma Kurdistanê de, karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera 21ê Îlonê û 4ê Cotmeha 2025an de ji bo bernameya rahênanê ya Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Koreyê (KOICA) ya bi navê "Capacity Building on Strategic Planning for Water and Municipal Sanitation 2025 in KRG (Iraq)" gihîştin Koreya Başûr.

Armanca sereke ya vê bernameyê ew e ku kapasîteyên pratîkî yên di sektora ava vexwarinê ya Herêma Kurdistanê de bilind bike. Di vê çarçoveyê de, dê beşdar fehmkirina pirsên paqijî û saxlemiya avê, lêgerîna li rêbazên stratejîk, û pêşkêşkirina rahênanên meydanî yên pêşketî bistînin.

Rahênan dê li ser şarezahiyên pratîkî yên pêwîst be û dê ezmûna xebatê ya Koreya Başûr jî were parvekirin. Ev yek dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina şiyên berpirsiyarên giştî di warê paqijî û saxlemiya avê de. Tê payîn ku ev bername çarçoveyek zexm ji bo pêşketina serketî ya sektora ava vexwarinê li Herêma Kurdistanê ava bike.