Pirtûka Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî Derket
Pirtûka "Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî" Derket: Encamnameya Konferansa Dîrokî ya Tîbîlîsiyê 2024

Tîbîlîsî - Gurcistan: Pirtûka bi navê "Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî", ku encamnameya konferansa dîrokî ya di 15-16 Tebaxa 2024an de li Tîbîlîsiyê, paytexta Gurcistanê, hatibû lidarxistin, derket. Ev berhema hêja ku 200 rûpel e, ji aliyê Hejarê Şamil ve hatiye amadekirin û lijneya wê ya edîtoriyê jî ji Zaza Kalaşov û Şêxmûs Sefer pêk tê. Pirtûk cildek nû li ser dîrok, çand û pêşeroja Kurdên herêmê vedike.
Konferansa ku 2024 hatibû lidarxistin, bi hevkariya çend saziyên girîng hatibû ve organîzekirin, di nav de Komeleya Kurdên Gurcistanê "Ronahî", Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê, Encûmena Hemahengî (Ewropa), Fonda Pêşvebirina Çanda Kurdî (Qazaxistan) û Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî (FKKN).
Di vê civîna girîng de, gelek kesayetên akademîk, siyasetmedar û çalakvanên Kurd û dostên wan, gotarên xwe yên kûr û berfireh li ser rewş û pêşeroja Kurdên Qefqasyayê pêşkêş kiribûn. Pirtûk, ji pêşgotinên vekirinê yên Zaza Kalaşov û Hejarê Şamil dest pê dike û mijarên wekî nasname, ziman û rewşa civakî-siyasî ya Kurdên Qefqasyayê bi berfirehî şîrove dike.
Di nav babetên sereke yên ku di naverokê de cih girtine de ev hene:
Nasname û Pêwendî: Gotarên wekî "Em Kurdên Qefqasyayê Kurdistanî Ne" ya Îbrahîmê Fîlît Mamedov, "Rola Kurdên Qefqasyayê Stratejîk e" ya Faîsa Younes, û "Çi Em Êzîdî Bin, Çi Jî Misilman, Em Yek Milet În" ya Îsko Dasenî, balê dikişînin ser yekîtî û nasnameya neteweyî.
Dîrok û Erdnîgarî: Tecrûbeya "Kurdistana Sor" ji aliyê civaknasan Îsmaîl Beşikçi ve hatiye nirxandin. Her wiha rewşa Kurdên Gurcistanê di xaçerêya zeman û bûyerên dîrokî de, mîrata dîrok û zargotina Kurdên Qefqasyaya Başûr ji aliyê Nihat Gultekin ve, û dîroka Kurdên Ermenistanê jî di nav de gelek mijarên dîrokî hatine lêkolînkirin.
Rewşa Civakî û Ziman: Rewşa Kurdên Qazakîstanê ji aliyê Rafîk Mîrzoyêv û Murad Şamîlov ve hatiye vegotin. Bernameyên hînkirina zimanê Kurdî û perwerdehiyê li Qefqasyayê ji aliyê Resul Geyik ve, û girîngiya zimanê Kurdî wekî çareserî ji bo pirsgirêka neteweyî ji aliyê Faraîdoon Saman û Fereydun Saman ve hatine nîqaşkirin.
Siyaset û Civak: Neteperwerî li Kurdistanê: çavdêriyeke dîrokî û civakî-siyasî ji aliyê Îbrahîm Gurbuz ve hatiye analîzkirin. Her wiha xiristiyanî û toleransa dînî di civaka Kurdan de ji aliyê Rêberê civata Kurdên xiristiyan-protestan li Gurcistanê ve, û rola û rewşa jina Kurd li Qefqasyayê ji aliyê Xaylaza Reşîd ve hatine pêşkêşkirin. Salih Kevirbîrî jî li ser têkiliya saziyên siyasî, civakî û çandî yên Kurdan bi Kurdên Qefqasyayê re nivîsî.
Lêkolînên Têkildar: Lêkolînek li ser "Kurdên herî rojhilatî yên cîhanê: Antropolojî, dîrok û çanda Kurdên Xorasanê" ji aliyê Cavad Rezaei ve hatiye pêşkêşkirin. Her wiha gotarên li ser pirsgirêkên neteweya Kurd li Kurdistanê û derveyî welêt û rêyên çareseriyê ji aliyê Hewkar Izzet Mika ve hatine nîqaşkirin.
Pirtûk bi "Deklarasyona Konferansê" bi dawî dibe, ku tê de dîtin û pêşniyarên ji bo pêşeroja Kurdên Qefqasyayê hatine diyarkirin. Ev berhema berfireh, ne tenê ji bo Kurdên Qefqasyayê, lê ji bo hemû Kurdên cîhanê xebateke hêja ye ku ronahiyê dide ser beşek girîng a dîroka Kurd û têkoşîna wan a neteweyî û çandî.
Duyemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê
Hêjayî bi bîranînê ye ku biryare Duyemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê sibê di 19'ê Cotmeha 2025'an de li paytexta Gurcistanê, Tiblîsê, were lidarxistin. Konferans dê bi sernavê "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewbûnê de" bibe cihê gotûbêjên girîng ên akademîk û pratîkî.
Ev konferans ji aliyê Komeleya Kurdên Gurcistanê «Ronahî» û Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê ve tê organîzekirin, bi piştgiriya giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî. Tê payîn ku zêdetirî 60 mêvanên ji nêzikî 20 welatan, di nav de ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên din ên wekî Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye, Azerbaycan, Ermenistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Ozbekistan, Rûsya, Almanya, Hollanda, Fransa, Îngiltere, Belçîka, Kanada û Îsraîl, beşdarî civînê bibin.