Keça Kurd Xelata Xaça Federal a Xizmetê Wergirt
Zemfîra Dilovanî, Keça Kurd ku Di 14 Salî de Hat Almanyayê, Xaça Federal a Xizmetê Wergirt

Zemfira Dîlovanî, ku dema di 14 saliya xwe de hat Almanyayê, bi almanî nizanîbû, îro 16.10.2025 yek ji xelatên herî bilind ên welêt, Xaça Federal a Xizmetê (Bundesverdienstkreuz) wergirt. Ev xelat ji aliyê Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ve hat dayîn.
Keça Kurd Dilovanî, ku bi serkeftina xwe ya di civaka Alman de bûye mînakek, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev serkeftin ji bo wê xewnek nediyar bû. Wê spasiya hemî piştgirên xwe kir ku di vê rêwîtiyê de li cem wê bûn.
Zemfira Dilovanî got: "Di 14 saliya xwe de hatim Almanyayê û min nedikarîbû bi Almanî bipeyivim, lê îro ev! Bidestxistina bilindtirîn xelata Almanyayê, Xaça Federal a Xizmetê ji @bundespraesident.steinmeier, xewnek bû ku min dixwest bibînim. Ez tenê spasdar im û niha ji her demê zêdetir motîve me ku berdewam bikim. Riyeke ku min anî vê xelatê, min bi tena serê xwe derbas nekir. Gelek piştgirên min hebûn. Ez spasiya we hemûyan dikim."
Ev xelat nîşana xebata wê ya bêwestan û dilsoziya wê ya ji bo civakê ye.