Şîfa Barzanî: Kurd Mînaka Pêkvejiyana Aştîxwaz in

Şîfa Barzanî: Kurd Mînaka Pêkvejiyana Aştîxwaz in – Li Parlamentoya Ewropayê Konferansek Li Ser Bandora Rewşa Rojhilata Navîn Li Ser Ewropayê Hat Lidarxistin

Oct 18, 2025 - 09:02
Oct 18, 2025 - 09:07
Şîfa Barzanî: Kurd Mînaka Pêkvejiyana Aştîxwaz in
Şîfa Barzanî: Kurd Mînaka Pêkvejiyana Aştîxwaz in – Li Parlamentoya Ewropayê Konferansek Li Ser Bandora Rewşa Rojhilata Navîn Li Ser Ewropayê Hat Lidarxistin

Bruksel, 16ê Cotmeha 2025 Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, roja Pêncşemê, 16ê Cotmeha 2025an, bi awayekî online beşdarî konferanseke girîng bû ku li Parlamentoya Ewropayê li Brukselê hat lidarxistin. Di vê konferansê de, ku di bin sernavê "Dîtina Rojhilata Navîn Çiqas Bandorê Li Ser Ewropayê Dike" de hatibû organîzekirin, Birêz Barzanî gelê Kurd û Herêma Kurdistanê wek mînakên serketî yên pêkvejiyan û hevrejiyana aşitîxwaz pêşkêş kir.

Konferans bi çavdêriya Georgiana Theodorescu, Endama Parlamentoya Ewropayê ji Koma Konservatîv û Reformîstên Ewropayê, hat lidarxistin. Şîfa Barzanî di gotara xwe de destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê, dêr, mizgeft û perestgehên pîroz li kêleka hev di bin prensîbên demokrasî de dijîn û bawermend bi serbestî îbadetên xwe pêk tînin.

Barzanî herwiha mînakeke vê yekê jî bi avakirina dêra nû ya li Hewlêrê anî ziman, ku çend roj berê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bingeha wê hatibû danîn û wê bikare heya hezar bawermendên Mesîhî di xwe de bihewîne. Barzanî dûpat kir, "Pêdagirbûna bi çanda lêborînê, di xwîna me de hatiye nivîsandin."

Ezmûna Herêma Kurdistanê di warê hevrejiyanê de wek ezmûna serketî hat ravekirin û destxweşî li siyaseta serketî ya Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat kirin. Di konferansê de çendîn siyasetmedarên Ewropî, rojnamevan û pisporên dîroka olî beşdar bûn, yên ku mînakên serketî yên hevrejiyana navbera olan li welatên wek Romanya û Kurdistanê parve kirin. Di heman demê de rewşa Îsraîl û Xezeyê û Şerîeya Rojava jî hatin gotûbêjkirin.

Di konferansê de, Wezîrê Gihandin û Veguhastinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî gotar pêşkêş kirin. Herwiha hejmareke berçav ji parlamenterên Yekîtiya Ewropayê li ser azadiya ol û neteweyan li cîhanê axivîn.

Li qeraxa konferansê, nûnerên Kurd bi çend parlamenterên Yekîtiya Ewropayê re civiyan û rewşa Herêma Kurdistanê û deverê gotûbêj kirin.