Bahoz Baran: Zimanê Kurdî Di Zikê Dayikê de Tê Bişaftin
Ferhenga Bişaftinê: Bahoz Baran Hişyariyê Dide "Rêya Bêveger" a Kurdî û Girîngiya "Mezinê Biçûkkirî"

Di nav rewşa dijwar a ziman û çanda Kurdî de, nivîskar Bahoz Baran bi pirtûkên xwe yên "Ferhenga Bişaftinê" û "Jîyaneka Berevajî" ronahiyê dide ser pirsgirêkên bingehîn ên bişaftin û bindestiyê. Baran, ku ji nêz ve guhertinên civakî û zimanî yên li Kurdistanê dişopîne, di hevpeyvînekê de behsa koka van xebatên xwe dike û metirsiya windabûna zimanê Kurdî di bajarên mezin de bi metaforên kûr û bi êş vedibêje. Ew hişyarî dide ku Kurdî êdî di malzaroka dayikê de tê bişaftin û bang li civaka Kurd dike ku vê nexweşiyê bibîne û qebûl bike da ku rê li ber "rêya bêveger" were girtin. Wî herwiha li ser mentalîteya parsekiyê û rola wêje û hunerê di têkoşîna li dijî bişaftinê de nirxandinên xwe yên kûr parve kirin.
Birêz Baran, Ferhenga Bişaftinê" navê pirtûkeke pir balkêş e. Çi bû sedem ku we biryar da ferhengekê li ser têgîna bişaftinê amade bikin û ev sernav ji ku derê hat?
Dema ku ez ji bo xwendina zanîngehê ji navçeya xwe (Licê) hatim Amedê, pêşî bala min çû ser zimanê bajarî. Wê demê li gund û navçeyan, wekî roja me bişaftin ne zêde bû, lê li bajaran ziman ne bi kurdî bû. Têkoşînek, berxwedanek hebû, lê têkoşîna zimanî qels bû. Gelek rewşên nakok hebûn, min li ser meseleya zimanî çi bidîta not dikir, dinivîsî. Paşê min dît gelek tişt ketine ser hev, min dîmen û rewş bi awayekî kategorîk di wê pirtûkê da bi cih kirin, loma navê wê bû Ferhenga Bişaftinê.
Di pêşgotina pirtûka “Jîyaneka Berevajî” de hûn behsa "dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkariyê" dikin. Hûn çawa wan ji hev vediqetînîn û ew di kîjan xalan de li hev dicivin?
Bişaftin, bindestî û mêtinkarî sê têgihên bi hev ra eleqedar in. Ez wan ji hev naqetînim, di pirtûkê da min bêhtir ew dîmen zevt û deşîfre kirine. Bişaftin pirî caran encama bindestî û mêtinkarîyê ye.
Hûn têgîna "Mezinê Biçûkkirî" bikar tînin û dibêjin "meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye." Ev "biçûkkirin" bi kîjan rêbazan tê kirin û encamên wê yên herî girîng di civaka Kurd de çi ne?
Ziman hîmê herî bingehîn ê neteweyan e. Neteweyên pêşketî, nirxeka zêde didin zimanê xwe û pirî caran ziman ango hebûna wan, ji bo wan xeta sor e. Ji bo zimanê wan çi lazim be dikin û wî di hemû warên jîyanê da bi kar tînin, bi pêş dixin. Dema ku em li kurdan û sîyaseta wan dinêrin, em rastî plan, plansazî û sîyaseteka xurt nayên. Gelek karên xwe yên zimanî pêk neanîne û taloq kirine. Bi hêza zimanê xwe nehesîyane. Ji serdestan ra dibêjin ziman xeta me ya sor e, lê di kar û barên sazî û rêxistinên xwe da ew vê xeta sor binpê dikin. Pêşeng û sîyasetmedarên wan, zimanê xwe bi kar nayînin. Ji ber van sedeman, hişmendîya zimanî qels maye û kurdî ji qîmetê ketîye.
Metafora "Masîyên Bejî Yan Jî Masî Di Golan Da Nabin Hût" gelek kûr e. Wateya "Masîyên bejî" çi ye û di vê metaforê de çi metirsiyan ji bo hebûna Kurdî di bajarên mezin de dibînin? Ma bi rastî "oksîjena ziman" li wan bajaran tune ye an jî ew hewl didin ku wê bi awayekî çêkirî biafirînin?
Bajar li gorî çand û zimanê kurdan nehatine avakirin. Kurd nehatine bajaran, ketine bajaran. Bajarîbûn tiştekî wisa ye ku hêdî hêdî û bi hemdê xwe çêdibe. Di salên nodî da bi milyonan kurd di carekê da, ji ber şewitandina gund û navçeyan hatin ketin bajaran. Li gund û navçeyan li ser kar û barê xwe bûn, çand û zimanê wan li gorî jîyana wan dihat ristin. Li bajaran zimanê wan jî çanda wan jî aşbetal e, wan xwe radestî ziman û çanda bajarî kir. Bajar aniha ji bo kurdan bîrên bişaftinê ne. Masîyên bejî, masîyên mirî ne. Masî divê di avê da be, kurd divê di nav çand û zimanê xwe da bin. Loma li bajaran ew nikarin mezin bibin, te dît em kurd dibêjin her gîya li ser koka xwe şîn tê. Em dikarin bibêjin her netewe yan jî her mirov li ser zimanê xwe şîn tê.
Gotina we ya "Rêya Bêveger" dilê mirov diêşîne: "Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê an ku di zikê dayikê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye." Ev rewş çawa pêk tê û hûn çi pêşniyar dikin ku ev rêya bêveger nebe rastî?
Bi qasî ku ez dibînim, kurd bi giştî wekî netewe pir zêde hay ji rewşa bişaftinê tune ne. Ew bişaftinê nabînin. Bişaftin, mirovan bîrko dike, hemû zanîn û tecribeya neteweyî ji holê radike. Berê, kurd wekî kurd dihatin dinyayê, bişaftinê paşê derîyê wan dişikand û diket mala wan. Berî bişaftinê zimanekî wan, stargeheka wan hebû, ew bihatina bişaftin jî zimanê wan ango cihê ew lê vegerin, welatekî wan hebû, lê îro êdî ew di zikê dêya xwe da tên bişaftin û cihek ji wan ra nîne, welatek nîne. Tenê navê wan kurd e û ev jî têra xelasîyê nake. Ji ber ku kurdî bi kêrî gelek tiştan nayê û bênirx e, malbat naxwazin wê hînî zarokên xwe bikin, jixwe hişmendîya neteweyî jî di nav kurdan da qels e. Zêde hay ji pirzimanîyê nînin û dixwazin zarokên wan di dibistanan da netengijin û bi ser bikevin, loma zimanê xwe dikin qurban û cihê ku lê vegerin nahêlin. Ev yek jî encama bişaftina dijwar û têkoşîna qels a zimanî ye.
"Parsek" yek ji têgînên din ên xemgîn e ku we şîrove kiriye. Ev mentalîteya parsekiyê di çawa di nava bindestan de çêdibe û bandorên wê yên herî xirab li ser ruhê neteweyî û hêza xwebûnê çi ne? Çawa dikare Kurd ji vê rewşê derkevin?
Serdest bindestan tim hînî xwestinê dikin, nahêlin bi vîna xwe tiştekî bikin, bi xwe bifikirin û bêyî wan tev bigerin. Mîna zaroka ku tim bi dêya xwe ve girêdayî be. Naxwazin bindest li ser xwe bifikirin, mezin bibin. Piştî demekê ev rewşa xwestinê vediguhere parsekîyê, derfet û îmkan di destê bindestan da hebin jî, ew li benda fermana serdestên xwe ne û bêyî wan tiştekî nakin. Îro gelek derfet û îmkanên kurdan hene, lê di gelek waran da ew xwe didin benda dewletê. Derketina ji vê rewşê, bi avêtina gavan ra eleqedar e, bi bawerkirina bi xwe ra eleqedar e û jê ra wext divê. Elbet statu jî giring e, ku mirov bêstatu be, xwe xurt neke, dê tim li derîyê serdestan bide.
Pirtûka we ya din "Jîyaneka Berevajî" çawa bi "Ferhenga Bişaftinê" re têkildar e? Gelo ew didomînin hev an jî rûyên cuda yên heman pirsgirêka bingehîn nîşan didin?
Di ferhenga bişaftinê da bêhtir dîmenên bişaftinê hebûn ku hatibûn senifandin. Di Jîyaneka Berevajî da ew dîmen û gelek dîmen û rewşên bindestî û mêtinkarîyê ji hev hatine veçirandin. Min bi çavekî dîtir li pişt wan dîmenan nêrîye û tiştên ku min dîtine deq û deşîfre kirine.
"Jîyaneka Berevajî" çi dîmen an têgînên din ên girîng derdixe pêş ku di "Ferhenga Bişaftinê" de bi awayekî berfireh nehatine vegotin?
Ew her du xebat hev temam dikin. Ferhenga Bişaftinê lê temaşe dike, dîmen û kêlîyan zevt dike, Jîyaneka Berevajî ji xeynî van tiştan lê dikole û perdeyên li ser dîmen û kêlîyan dide alî û dixwaze xwe bigihîne kakilên wan.
Peyama herî sereke ku hûn dixwazin bi van pirtûkan bigihînin xwendevanên Kurd û hemû civakê çi ye?
Temaşekirina li xwe, fikirîna li ser xwe asteka bilind a mirovî ye. Em wekî netewe divê bêhtir li xwe temaşe bikin, li ser xwe bifikirin û hêla xwe ya aqlî çalaktir bikin. Divê em wekî netewebişaftinê bibînin û nexweşîya xwe qebûl bikin. Ku mirov hatibe bişaftin, ev tê wê manayê ku mirov nexweş e, ji bo em bikarin xwe tedawî bikin, divê em pêşî bişaftin û bindestîyê bibînin û qebûl bikin.
Hûn difikirin ku wêje û huner di têkoşîna li dijî bişaftinê de çi rolek dilîzin? Pirtûkên we çawa dikarin bibin alîkar ku hişmendiya Kurdan li hemberî bişaftinê bilind bibe?
Mirov gelek caran guhdarîya gotinên rût nakin, tiştê ku bandorê li wan dike huner e, edebîyat e. Em li zarokan binêrin, guh li şîretên rasterast nekin jî çîrokek yan jî şanoyek bêhtir bandorê li wan dike û peyama xwe digihîne wan. Di meseleya bişaftinê da divê kurd ji slogan û talîmatan bêhtir, berê xwe bidin huner û edebîyatê. Li ser bişaftinê divê kurdan heta niha gelek şano, sînema çêbikirina, pirtûk binivîsîna. Pirtûkên ramanî dê bêhtir bandora xwe li vê mijarê bikin. Nakokîyeka weha jî heye, hûn li ser vê mijarê pirtûkên xwe bi kurdî lê dikin, lê ji ber ku xwendin û nivîsîna gelek kurdan tune ye, berhemên we digihîjin kêm kesan.
Piştî van vegotinên kûr û realîst, hûn ji bo paşeroja ziman û çanda Kurdî çiqasî hêvîdar in? Gelo ji bo rawestandina vê pêvajoya bişaftinê, gavên herî bingehîn û lezgîn çi ne ku divê werin avêtin?
Gelek çewtî û nakokî hebin jî ziman bi xwe hêvîyek e. Vê gavê helwesta kurdan a zimanî zêde hêvîyê nede mirovî jî kurdî hêvîyê dide mirovî. Li Bakurê Kurdistanê rewşeka trajîk heye. Di warê zimanî da têkçûneka mezin heye û kes naxwaze berpirsîyarîya vê hilde ser milê xwe. Dema ku hûn vê rewşê rexne dikin, berpirsên qada zimanî xwe aciz dikin, pêşî li we digirin, nahêlin hûn ramanên xwe bibêjin. Divê rastî zora mirovî nebe. Bi vê helwesta xwe zirara mezin, ew didin gelê me û nahêlin gel rastîyê bibîne. Ku doktorek ji nexweşê xwe ra rastîyê nebêje, ew nexweş dê nekare xwe tedawî bike û talîyê bimire. Divê em rastbêj bin û ji civaka xwe ra rastîyê bibêjin. Ji ber ku gelek kes hatine bişaftin û bêhna bişaftinê ji her kesî tê, êdî ew bêhna pîs bi gelek kesan normal tê. Dema ku yek ji derve tê, halê wan dibîne, yan jî dema ku mirov diçe bajarekî kurdîaxiv ê Kurdistanê, mirov trajedîya li Bakurê Kurdistanê dibîne. Ji alîyê zimanî da em şerpeze bûne, lê haya me zêde ji me tune ye. Ev qelşa bişaftinê bi pîneyan nagihîje hev, tiştên demkî çare nînin. Heta plan, plansazî û sîyaseteka zimanî ya cidî tune be, ev mesele her ku biçe dê kûrtir bibe. Divê statuya kurdan û ya zimanî hebe, lê ev jî ji ber xwe ve çênabe. Ji bo hişmendîya zimanî û neteweyî xebat lazim in. Hişmedîya zimanî ya gelî pir qels e, ziman ne li ser bîr bala gelî ye.
Birêz Bahoz Baran, gelek spas ji bo bersivên we yên hêja. Em hêvî dikin ku karên we yên watedar bêtir belav bibin û bibin ronahîyek ji bo geşkirina hişmendiya neteweyî.
Ji bo baldarî û pirsan, ez spasîya we dikim.
Hevpeyvîn: Rodiyê Xwedêdayev