Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Berbang Civiyan
Hevdîtineke Girîng a Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Almatî, Kazakîstanê Pêk Hat

Almatî - Kazakîstan: Îro, 17ê Cotmeha 2025an, li bajarê Almatî yê Kazakîstanê, civîneke taybet di navbera nûnerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî û rêveberên Komeleya Kurdên Kazakîstanê "BERBANG" de pêk hat. Di vê civîna girîng de, Cîgirê Serokê Konfederasyona Revendê, birêz Qahraman Othman, û Prof. Dr. Renas Jano, wek mêvanên ji Başûrê Kurdistanê, amade bûn.
Mêvanên hêja bi Serokê Komeleya "BERBANG" Ezîzê Zîyo Bedîrxan re, û her wiha bi Serokê Şêwra Rêveber a "BERBANG" Rafik Mirzoev, Cîgirên Serokê Komeleyê Îbrayîmê Filît û Murad Şamîlov, Serokê Komîteya Karsaziyê Mamed Balayev û Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî Barzanî Hûseyn Nabîyev re civiya.
Li gel rêveberan, çalakvanên Komeleyê yên wekî Cemal Îbrahîmov, Fexradîn Aliyevîç Mamedov, Kinyazê Mecîd Suleimanov, Nadîrê Ezîz Êliyêv, Israfil Mirzoyev, Eduard Suleimanov, Vahid Nadirov, Mîkaîl Mirzoyev, Edgar Suleimanov, Mehmedê Tital Paşayev, û çalakvanên din ên ji civaka Kurd li Almatîyê jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Her wiha, hunermend û stranbêjê navdar Derweş Serhedî jî wek mêvanekî taybet ê vê civînê amade bû.
Di atmosfereke dostane û nefermî de, li ser çend mijarên girîng nîqaş hatin kirin. Di van nîqaşan de, peywendiyên dostane yên di navbera gelên Kurd û Kazakîstanê de, pêşxistina ciwanan, perwerde, zanist û çand, û gelek mijarên din ên bingehîn hatin nirxandin.
Rêveberiya Komeleya "BERBANG" ji bo hatina birêzan Qahraman Othman, Derweş Serhedî û Profesor Renas Jano spasiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ev hevdîtin dê di bihêzkirina têkiliyên di navbera Kurdên Kazakîstanê û Revenda Kurdistanî de roleke girîng bilîze.