Hunermend çawa dijîn?
peyamek di derbarê jiyana hunermendên Almanya de belav kiriye ku pêwîst dike heman pirsê em jî li xwe bikîn û bipirsîn gelo jiyana hunermendan li Kurdistanê çawa ye?
Şewqî Kanebî (Shawqi Kanabi) peyamnêrê Kurdistan24 tv li ser tora civakiya xwe ya facebookê peyamek di derbarê jiyana hunermendên Almanya de belav kiriye ku pêwîst dike heman pirsê em jî li xwe bikîn û bipirsîn gelo jiyana hunermendan li Kurdistanê çawa ye?
Şewqî Kanebî di derbarê jiyana hunermendan li Almanya de dibêje: Berê min digot hunermend li Almanya jiyaneke asteke bilind de dijîn, paşê min bi çavên xwe dît ku bi dehan û bi sedan hunermend û stranbêj û muzîkjenên Alman û Ewropî li ser kolanan hunera xwe pêşkêş dikin da ku ew rêwiyên ji wir derbas dibin, çend sentan têxin qutîka wan. Beşek ji wê hunera kolanan e û beşa mezin jî şereke ji bo jiyanê ye.
Kanebî di peyama xwe de dide zanîn: Gelek hunermendên xwedî behre dibînî ku bi parsekî û alîkariya gel dijîn. Li bajarekî wekî Berlînê ku bajarê çand û huner û galerî û muzeyan e, tenê ji sedî 10ê hunermendan dikarin bi karê hunerî û behreya xwe bijîn, ji sedî heştê wan di temenê pîrî de dikevin bin xeta xizaniyê û bi xizanî dimirin.
Di dawiya peyama xwe de Şewqî Kanebî dibêje: Piraniya hunermendên Almanya neçar in ku li gel karê hunerî, karên din jî bikin. Çend roj berê di medyaya Almanî de bû qêrîn û hawar di dema rêwiyên trênê dibînin ku stêrkek komedî ya Almanî wekî kontrolkerê bilêtê û xizmetkarê rêya trênê kar dike. Almanya sêyemîn mezintirîn aboriya cîhanê ye, lê mixabin li vir jî hunermend û kesên jêhatî di rewşekê de nînin ku kes hesûdiya wan bike.