Kurdistan hewl dide Rêya Pêşketinê zêdetir di nava axa xwe re derbas bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe xurt kiriye ku bi hevkariya Bexdayê bibe sedem ku beşeke girîng a projeya rêya stratejîk a geşepêdan û pêşketinê di nava axa Kurdistanê re derbas bibe

Aug 28, 2025 - 16:26
Aug 28, 2025 - 16:37
Kurdistan hewl dide Rêya Pêşketinê zêdetir di nava axa xwe re derbas bike.
projeya rêya stratejîk a geşepêdan û pêşketinê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe xurt kiriye ku bi hevkariya Bexdayê bibe sedem ku beşeke girîng a projeya rêya stratejîk a geşepêdan û şketinê di nava axa Kurdistanê re derbas bibe û Herêma Kurdistanê ji başî û bereketên vê rêyê sûd werbigire. Pêşniyara Kurdistanê ji bo Bexdayê, ji bilî xurtkirina aramiya herêmê û kurtkirina bi dehan kîlometre rê, lêçûnên cîbicîkirina projeyê jî kêmtir dike.

Doh Çarşemê, şandeke Herêma Kurdistanê bi beşdariya Ano Cewher, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê, li Bexdayê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrên Plandanîn, Veguhestin û Gihandinê û hemû aliyên têkildar ên projeya stratejîk a rêya geşepêdan û şketinê re civiya. Yek ji wan mijarên ku hatin gotûbêjkirin ew bû ku proje, li şûna ku li rojavayê çemê Dîcleyê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve bê kişandin, ji rojhilatê Dîcleyê derbas bibe.

Ano Cewher wisa dibîne ku derbaskirina rêyê ji rojhilatê Dîcleyê, ku ji Deşta Nînewayê derbas dibe, ji gelek aliyan ve ji bo Iraq, Herêma Kurdistanê û niştecihên herêmê bikêr e, ji ber ku 32 kîlometre rê kurt dike û li gel vê yekê rêyeke aramtir e û lêçûnên projeyê jî kêmtir dike. Herwiha, hemû pêkhateyên Kurd, Asûrî, Keldanî, Tirkmen, Xirîstiyan, Kakeyî û hemû pêkhateyên din jê sûd werdigirin.

Li gorî wê pêşniyarê, proje di dawiyê de ji qezaya Zaxoyê re derbas dibe û dikeve axa Tirkiyeyê. Eger proje bi vî awayî bê cîbicîkirin, dê di pêşerojê de bi wê xeta trênê ve jî were girêdan ku plan heye ji Helebceyê dest pê bike û parêzgehên Herêma Kurdistanê bi hev ve girêbide.

Hîn Bexdayê ew daxwaz ne red kiriye ne jî qebûl kiriye û planên wan hene ku ew jî şandeyan bişînin Herêma Kurdistanê da ku ji nêzîk ve cih bigerin û bi hev re bigihîjin lihevkirinekê ku hemû Iraq jê sûd werbigire.

Li gorî wê projeyê, rêyeke pir pêşketî bi dirêjahiya hezar û dused kîlometreyan tê avakirin ku ji Basrayê dest pê dike û li Zaxoyê diqede. Ji bilî rêya otomobîlan, rêya trênê jî di nav xwe de digire. Di nava axa Tirkiyeyê de jî sêsed û bîst kîlometre rêya otoban û şeşsed û panzdeh kîlometre rêya trênê tê avakirin da ku rêya geşepêdan û şketinê bi rêya Ewropayê ve were girêdan.

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî Iraq û Tirkiyeyê, Qeter û Îmarat jî di vê projeyê de roleke çalak dilîzin û armanca sereke girêdana Asyayê bi Ewropayê ye.

Eger rê di mesafeyeke hindik de jî be, dîsa jî di Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Lê eger ev proje ji rojavayê Dîcleyê bê cîbicîkirin, dê ji Hewlêra paytext dûrtir be û Herêma Kurdistanê dê tenê li nêzîkî Zaxoyê bigihîje rêyê.

Eger bingeha kişandina rêyê aborî û bazirganî be û ji berjewendiyên siyasî dûr be, divê ji rojhilatê Dîcleyê re derbas bibe, ne rojava. Kurd hêvîdar in ku daxwaza xwe di vî warî de bi ser bixin.

Li du salên borî de, Iraq û Tirkiyeyê gelek caran di derbarê cîbicîkirina projeyê de civîn û danûstandinên wan hebûn. Proje pir berfireh e û armanc ew e ku heta sala 2050 hemû qonaxên wê bêne cîbicîkirin.

Şandeyên Iraq û Tirkiyeyê di 29'ê Tebaxa sala borî de li Stenbolê civiyan û piştgiriya xwe ji bo serkeftina projeyê dubare kirin. Di Gulana îsal de jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mijara kişandina rê gotûbêj kirin.

Cara yekem di 22ê Nîsana sala 2024an de her çar welatên beşdarî vê projeyê peymaneke lihevkirinê îmze kirin û di daxuyaniyekê de tekez kirin ku proje stratejîk e û têkilî û veguhestina bazirganî li seranserê herêmê û cîhanê pêş dixe. Herwiha lêçûnên veguhestinê kêm dike û lêçûnên veguhestina kelûpelan ji Bendera Fawê heta Ewropayê li gorî Kanala Sûweyşê gelek kêm dike û ji aliyê demê ve jî panzdeh rojan kurt dike.

Tirkiye projeyê weke Rêya Hevrîşim a Nû dibîne û lêçûna tevahiya projeyê bîst mîlyar dolar e, lê çavdêrên aborî bawer dikin ku destkeftî û dahata projeyê di pêşerojê de li hember lêçûnên avakirinê gelek zêdetir e û gelek feydeyan dide Iraq, Tirkiye, Herêma Kurdistanê û welatên ku beşdarî vê projeyê de dikin.

Hêjayî gotinêye ku Tirkiye û Iraq bi awayeke siyasî naxwazin ev rê li ser axa Herêma Kurdistanê re derbas bibe, lê belê neçarin her li beşeke Kurdistanê re derbas bikin. Eger nexşeyê temaşe bikin ji xwar kirina nexşeyê re xûya ye ku niyeta wan çi ye... Lê Herêma Kurdistanê jî hewl dide ku nexşeya rê bi awayeke rêk û pêk û rast û rast bê plankirin, ji ber ku ev e ne tenê li berjewendiya Kurd belku li berjewendiya hemû pêkhateyên Kurd, Asûrî, Keldanî, Tirkmen, Xirîstiyan, Kakeyî û hemû pêkhateyên din de ye...   

Silêman Başan – Hewlêr