Du Dewlet Êrîşî Du Taxên Kurdî Dikin
Du Dewlet Êrîşî Du Taxên Kurdî Dikin
Drona Tirkî Tevlî Şerê Helebê Dibin; Du Dewlet Li Hember Du Taxan
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê bûne qada şerekî dijwar û welatiyên sivîl koçber bûne.
Şerê giran li Helebê berdewam e. Piştî ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyê bi hezaran çekdar û bi dehan tank, top û çekên giran nekarîn yek metre jî pêşve biçin, êvara îro dronên Tirkî tevlî bombebarankirina taxên Kurdnişîn bûn.
Ji bo sêyemîn roja li pey hev, bombebaran û êrîşên hêzên Sûriyê yên li ser her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd (ku nifûsa wan nêzîkî 500 hezar kes in û piraniya wan Kurd in) dest pê kirine. Şam tevî bikaranîna hêza herî zêde, nekarî hevkêşeya qadê biguherîne, ji ber vê yekê niha dest daniye ser birrîna ceyranê û rê li ber gihandina xwarin û derman girtiye.
Hûrgiliyên Pevçûnên Îro (8-1-2026) wiha ne:
Êrîşa Bejahî: Piştî saet 1:00 piştî nîvro, Artêşa Sûriyê bi zêdetirî 60 tank û zirxpoşan û bi hezaran çekdaran û bi piştgiriya droneyan, êrîşî mîhwerên Eşrefiyê, Kastêlo û Cebanat kir, lê nekarîn yek metre jî pêşve biçin.
Li gor amarên HSDê, tankek, 7 dron û 5 wesayîtên leşkerî yên Artêşa Sûriyê hatine rûxandin û bi dehan leşkerên wan jî hatine kuştin.
Ji ber bombebarana dijwar a artêşê bi mûşekên Grad û topan, li nava taxên Kurdî 8 kes şehîd bûne û 63 kesên din jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê: "Piştî sê rojan ji topbarana dijwar, komên çekdar ên girêdayî Şamê hewla pêşketinê dan, lê hêzên me rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin ku paşve vekişin."
Rewşa mirovî li nava Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihîştiye asteke metirsîdar; ceyran bi tevahî qut bûye û rê li ber ketina xwarin, derman û sotemeniyê tê girtin. Di beramber de, medyaya fermî ya Sûriyê (SANA) behsa gihandina bi dehan birîndaran bo nexweşxaneyên Helebê û Efrînê dike ji ber bombebaranan.
Hêzên Ehmed Şerî (ku wekî Colanî tê zanîn) li hin deveran wekî Kastêlo û Benî Zeyd balafirên bêpîlot ên Tirkî ji bo bombebarankirina van her du taxên Kurdî bikar anîne.