Kemal Tolan: Divê Tirkiye mafê Êzdiyan bi giştî biparêze
Bi dîtina min, eger hukumeta Tirkiyê birastî dixwaze bi projeyên piştgirîkirinê mafê Êzdîtiyê biparêze û pirsgirêken Êzdiyên li welat û yên dixwazin vegerine gundan çareserbike, divê ew hewilbidin ku

Nivîskar Kemal Tolan li ser rûpela xwe ya fermî ya facebookê, di derbarê helmet û kampanyaya (Vegere Welat) ya Êzdiyên li Bakûrê Kurdistanê de nêrîna xwe ya li ser projeyên nasîn, piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê û çareserîkirina pirsgirêken Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê de wiha nivîsiye: Bi dîtina min, eger hukumeta Tirkiyê birastî dixwaze bi projeyên piştgirîkirinê mafê Êzdîtiyê biparêze û pirsgirêken Êzdiyên li welat û yên dixwazin vegerine gundan çareserbike, divê ew hewilbidin ku, dest bi projeyên piştgirîkirina mafê nasîna Êzdîtiyê bikin û pirsgirêken Êzdiyên di nav welat de dijîn û yên dixwazin vegerine welatê xwe li hêviya çend çalekvanên „civaka Ezdayî ya Ewropa/Almanya“*2 yê ku, ji derve diçin“ nehêlin. Ew ji ba xwe destpêbikin, sedemên ku Êzdî di nav welatê xwe de hatine qirkirin, mal-milkên wan hatiye dagirkirin, koçberbûne û hatine dûrxistin, perwerdeya nasîna nasnama Êzdiyatiyê û hwd. di zanîngeha Mêrdîn, Dîclê û hwd. de bi fermî bidine naskirin. Rê û kanalîzasyona nav gundên Êzdiyan de tûne ne çêkin, navên cîh, war, kesayet û nîşangeh-ziyaretên Êzdiyan bi zimanê zikmakî (Kurmancî) bipejirînin.
Her wiha Nivîskar Kemal Tolan daxwaz dike ku Derdora goristan û perestgehên Êzdiyan nûjen bikin, navên pêşiyên Êzdiyan yên navdar li kuçê û kolanênên bajar, rêyên diçine nav gundên Êzdiyan bikin, nehêlin hemwelatiyên wan bi Êzdiyan bikufirin, berhemên Êzdiyan bêne heram dîtin, bihêlin zarokên Êzdiyan di dibistanan de Êzdîtiyê bi zimanê ola xwe fêrbibin, Êzdî jî weke her olekê mafê netewe, çande û kevneşopên xwe bê astengî xwedîbikin, pêşbixînin û hwd.
Di berdewamiya peyama xwe de Nivîskar Kemal Tolan dibêje: Ez bawerim, gava hukumeta Tirkiyê van projeyên piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê biparêze, pêşbixîne û pirsgirêken Êzdiyên di nav welat de dijîn û yên dixwazin vegerine gundan bînine cîh, wê hingê bibînin bê Êzdiyên çewa bi temamî vegerine ser cîh û warên xwe!
Di dawiya peyama xwe de Tolan dibêje: Spas ji bo bang û piştevaniya Serokê PWK Batmanê ku projeyên nasîn, piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê û çareserîkirina pirsgirêken Êzdiyan û spas ji bo çalakvanên, civaka Ezdayî ya Ewropa / Almanya yê û berpirsiyarên hukumeta Tirkiyê re ku destpêkirine re serketinê dixwazim!