Pirtûka Jînegeriya Ferzende Beg ‘Şêrê Serîhildana Agriyê’
Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Ercan Aras karekî baş kiriye, li ser jiyana lehengekî kurd lêkolîn kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûka wî hêjayê xwendinê ye.

Di dîroka nêzîk a bakurê Kurdistanê de lehengên kurd yên serhedê bi nav û deng in. Navdariya wan a mêrxasiyê bi kilam, stran û çîrokan di nav gel de herdem hatiye gotin û tê gotin. Zarokên kurd bi gohdarîkirina kilamên dengbêjan û bi qalkirina çîrokbêjan mêrxasiya van lehengên serhedê fêr bûn. Êdî digel kilam û stranan di literature kurdî de, di pirtûkên nivîskarên kurd de jî lehengiya wan tê rave kirin. Êdî gelek pirtûkên çîrok, roman û lêkolînî yên derbarê legengên serhedê de hatine nivîsîn, hatine weşandin û têne nivîsîn û weşandinê. Di hêla romannivîseriya lehengên serhedê de ez birêz M. Sadiq Varlî, Îkram Oguz, Welî Sebrî, Yilmaz Çamlîbel û hwd, pîroz dikim û herweha di hêla lêkolîniya li ser serhedê û serîhildana Agriyê/Araratê de jî birêz Rohat Alakom, Ercan Aras, Sedat Ulugana, Kaveh Bayat, Mucahît Ozden, Rahîm Şinoyî, Kemal Suphandag û Îhsan Nurî Paşa pîroz dikim ku derbarê serhildana Agriyê de pirtûkên hêja nivîsîne.
Pirtûka birêz Ercan Aras ya bi nave ”Ferzende Beg – Şêrê Serhildana Agriyê” pirtûkek lêkolînî ya biyografiya Ferzende Begê ye. Pirtûk 176 rûpel e. Di nav weşanên ”Sîtav”ê de li bajarê Wanê hatiye weşandin. Birêz Rohat Alakom ji bo pirtûkê pêşgotinek hêja nivîsiye. Nivîskarê pirtûkê Ercan Aras jî spasnameyek ji bo wan kesayetiyên ku di dema kar û xebata lêkolînî de pêre bune alîkar ji wan re spas dike.
Ez beriya ku behsa naveroka pirtûkê bikim, ji biçûkayiya xwe anekodek rave bikim. Ez hêj xort bûm, li navçeya me çend qahwe hebû û em xort ji ber bêkarî û betaliyê diçûne wexta xwe di qahwexaneyan de derbas dikir. Li qahwexaneyên navçeya Licê tim di teyban de kilamên kurdî dihatin lêxistin û kesên li qahweyan rudinişt gohdariya kilaman dikir. Me li qahwexaneyeke Lice gohdariya kilamên dengbêjê serhedî ê bi navûdeng Şakiro dikir. Kalepîrekî ku berê qaçaxger bû, karê qaçaxiyê dikir, çek, fişeng dibir li herêma serhedê difrote gundiyên wir, ji me xortan re got : ”Serhedî ji çekan hez dikin. Hema bibêj her malek, malbatek tifîng û demançe dikiriya. Mêrxasên serhediyan pir in, jihatîne, netirs in, mêr in.” Min navûdengên gelek mêrxasên Serhedî her weke, Ferzende Beg, Edoyê Ezîzî, Keremê Kolaxasî, Reşoyê Silo, Silêmanê Ahmed, Seyidxanê Ker, Tewfîq, Biroyê Hesikê Têlî, Şêx Zahîr û hwd, ji kilamên dengbêjan bihîst. Belê wek min got; mêrxasên Serhedê berê di kilam û stranên dengbêjan de dihat bîranîn û niha di pirtûkên nivîskarên kurd de, di lêkolîn û romanên kurdî de têne bîranîn, navûdengên wan têne bihîst in.
Yek ji wan mêrxasan jî Ferzende Beg e. Pirtûka Ercan Aras ”Ferzende Beg – Şêrê Serhildana Agriyê” lêkolîneke hêja ya biyografiya Ferzende Begê ye. Ercan Aras ji navçeya Qereyaziya bajarê Erzeromê ye. Ev pirtûka wî ya duyem e. Wî berê hinek kilamên kurdî berhev kiriye û di pirtûkek de weşandiye. Niha ew li Swêdê dijî.
Pirtûka wî ya derbarê jiyan û têkoşîna Ferzende Begê de lêkolîneke berfereh e. Di naveroka pirtûkê de digel Ferzende Begê, li ser serhediyan, serîhildana Agriyê/Araratê û mêrxasên serhildêr agahiyên berfereh hene. Di pêşgotina Rohat Alakom de jî agahiyên girîng hene. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Lêbelê di her beşî de li gor mijaran sernivîsên cuda cuda hene.
Di pirtûkê de li ser serhildana Şêx Saîdê nemir jî gotarek heye. Secera Ferzende Begê, çûyina wî ya çiyayê Agriyê, fermandarê serhildanê Biroyê Hesikê Têlî, kilamên li ser Ferzende Begê û serhildana Agriyê û kilamên li ser Xalid Begê Cibrî, Keremê Elî Begê û Edoyê Ezîzî hene. Naveroka pirtûkê dewlemend e û hêjayê xwendinê ye.
Pirtûk weke ku birêz Rohat Alakom jî di pêşgotinê de gotiye : ”…çavkaniyeke yekem dikare bê hesibîn ku derbarê Ferzende de, yek ji wan leheng û mêrxasên serhildana Agiriyê de hatiye nivîsîn…Hin raporên fermî yên berpirsên îstîxbarata Komara Tirkiyê jî nîşan didin ku Ferzende kesekî çawa navdar bûye û çawa ji bo hêzên leşkerî bûye kesekî bi telûke…..Nivîskar orîjînalên van raporên ku bi tirkiya modern hatine nivîsîn jî di dawiya pirtûka xwe de weşandine. Ev çavkanî di pêşerojê de dikarin alîkariya xwendevan û lêkoleran bikin. Bi kurdî derketina pirtûka Ferzende kêfxweşiyeke din li bal me xwendevanan peyda dike, serpêhatiya lehengekî kurd bi kurdî hatiye nivîsîn!” Rûpel 9/10. Ez jî hêvîdarim ku pirtûkên weha lêkolînî ên biyografîk yên derbarê kesayetî/şexsiyet û lehengên kurd de hin pirtir derkevin.
Lêkolînvan Ercan Aras di pirtûka xwe ya biyografiya Ferzende Beg de diçe gundê Ferzende, bi gundiyan re, bi mirov û eqrebeyên wî re, bi birarzê Ferzende Enwer Begê re hevdîtin pêk tîne, ji wan agahdarî werdigre. Di çûyin û gera wî ya li herêma serhedê de, di wan gundên derdora Agriyê de û di wêneyên ku di pirtûkê de weşandiye gelek bala mirov dikşîne, mirov bi wî re li wan deran, li wan gundan digere.
Ez dixwazim behsa taswîra wêneyeke ku di pirtûkê de hatiye weşandin bikim. Di pirtûkê de wêneyek ku ji pirtûka rojnamevana îngilîzî Rosîta Forbes hatiye wergirtin heye. Di wêneyê de jineka kurd li hesp siwarkiriye. Leşkerên tirkan daye pey ji bo wê dîl/êsîr bigrin. Jinika siwarî ji bo nekeve destê leşkerên hov ên artêşa barbar a tirkan, bi hespê xwe ve li serê zinarek xwe diavêje xwarê, xwe diavêje newala kûr. Artêşa komara kemalîst artêşek barbar e. Kemalîzm bi xwe barbarîzm e. Xirabiya ku leşkerên artêşa kemalîst bi kurdan kirine, wahşeta ku wan li hemberê kurdan pêk anîne ji ya artêşa Naziyên Almanan xirabtir e. Ji xwe M. Kemal û Hîtler wek hev in, tu ferqa wan tune ye.
Tişteke din ku di pirtûkê de bala min kişand, ji ravekirina lêkolînvan Ercan Aras mirov bi hêsanî dibîne ku; Kurdistan, rewşa netewa kurd ji ya koloniyan/somurgeyan jî xerabtir e. Ji xwe ji bîlasebe Mamoste Beşîkçî negotibû ”Kurdistan ji somurgeyan jî xerabtir e. li bakurê Kurdistanê tu heq û hiqûq, tu statuyek kurdan tune. Hêj jî li gor destura fermî ya bingehîn/anayasa kurd tun in. Neteweyek tune tê hesabkirin û ji bo zimanê wan dibêjin jê nayê fêmkirin.” belê, ev sed salin ku komara nîjadperest a faşîst kemalîst çi aniye serê kurdan li holê ye û hêj jî hebûna kurdan di hêla fermî de nas nake.
Lêkolînvan Ercan Aras dibêje : ”…Sed sal pey serhildana Şêx Seîd û serhildana Agiriyê ra, ne gelek tişt di jiyana kurdan ya sîyasî da hatiye guhertin. Hîn jî tu sitatûyeke kurdan nîn e. Zimanê kurdî ne yê perwerdê ye û di meclîsê da Kurdistan gotin jî wek sûc tê dîtin. Li her deverê kontrola leşkeran û polêsan heye. Bi rastî wek kurd mirov gelek aciz dibe. Em van polêsan û leşkeran ji xwe nabînin û ji her hal û tevgera wan xûya ye, ku ew jî me ji xwe nabînin. Bi her awayî ji kurdan re tedayî û zahmetiyan derdixin. Ez difikirim çima qedera van deveran qet nayê guhertin? Kurdistan çima nikare ji vê rewşa xerab derkeve? Û kê wê bikaribe bibe alîkar?” Rûpel : 41.
Di pirtûkê de behsa mêrxasekî navdar ango behsa Seyidxanê mala Seydo jî tê kirin. Min mêrxasiya Seyidxan ji apê xwe bihîstibû. Ez dubare bibêjim; Serhed herêma mêrxasên kurdan e. Herweke ku di pirtûkê de jî tê qal kirin, behsa Kor Huseyin Paşa jî tê kirin. Ew jî ji serhedê ye. Kor Huseyîn Paşa ji alî dewleta kemalîst ve tê sirgûn kirin, mal û milkên wî têne talan kirin. Kor Huseyîn Paşayê ku li hemberê artêşa rusan şer kiribû û di dema serîhildana Şêx Saîd Efendî de jî beşdarê serîhildanê nebûbû, dîsa jî dewleta faşîst kemalîst a dijminê hebûna kurdan, dijminê tevahiya kurdan dewletê ew sirgûn kiribû.
Di pirtûkê de behsa fermandarê leheng ê serhildana Agriyê/Araratê Biroyê Hesikê Têlî û mêrxasê navdar Ferzende tê kirin. Pirtûk herçiqas wek biyografiya Ferzende Begê hatiye binavkirin jî, giraniya naveroka pirtûkê qalkirina rêwîtiya nivîskar Ercan Aras e. Bi ya min nivîskar pir û pir qala rêwîtiya xwe, gera xwe ya wan gundan û qala gelek tiştên din kiriye. Wî wisa pirt qala tiştên din kiriye ku, ev jî; qalkirina biyografiya Ferzende di nav xwe de fetisandiye. Di bahskirina jiyan û têkoşîna Ferzende Begê, Biroyê Hesikê Têlî, Seyidxanê Mala Seydo û lehengên din de kûrahî, berferehî tune.
Lêbelê hêla pirtûkê a baş û serketî hindik be jî behsa lehengên serhildana Agriyê dike. Çavkanî/belge yên girîng di nav rûpelên pirtûkê de bi cih kirin û berhevkirina kilam û stranên ku li ser wan lehengan serîhildane, bi taybetî jî kilamên li ser Xalid Begê Cibrî, li ser Ferzende Begê, Edoyê Ezîzî, Gêliyê Zîlan û serhildana Agriyê hêja ne.
Di pirtûkê de behsa kuştina Edoyê Ezîzî ji alî Ferzende Beg ve tê qalkirin. Min di romanek birêz M. Sadik Varlî de navûdeng û mêrxasiya Adoyê Ezîzî xwendibû. Dema min di pirtûka Ercan Aras de kuştina vî lehengê Araratê xwend ez li ber ketim, xemgîn bum. Mêrxasekî kurd ji alî mêrxasekî din ê kurd ve hatibû kuştin, lewre jî ez xemgîn bum.
Di pirtûkê de, beşa sernavê wê ”Hinek rojname û raporên ji arşîvên Tirkiyê” de agahdarî û çavkaniyên girîng hene. Û herweha di pirtûkê de Besra Xanima ku dengbêjên kurd derbarê wê de kilam gotine, heye. Di her serîhildanên kurdan de şêrejinek leng ên kurd yên bi navûdeng hene. Têlî Xanima jina Yadîn Paşa, Besra Xanima jina Ferzende Begê û Zîlana canfeda ya Dêrsimî û hwd, navên xwe di nav rûpelên dîroka Kurdistanê a dema nêzîk de bi tîpên zêrîn nivîsîne.
Beşeke pirtûkê derbarê bêbextî, qeleşî, û xirabiya rejima Şahê Îranê a li hemberê kurdên serhildêr e. Şahê Îranê dostê M. Kemalê faşîst bû. Di dema piştî têkçûna serhildana Şêx Saîdê nemir de kurê wî Şêx Alî Riza û hevalên xwe diçine Îranê. Lê, Şahê Îranê li wan bêbextî dike, serhildêrên kurd dixe kemînê û wan dikuje. Paşê di dema serhildana Agriyê de jî heman qeleşî, bêbextî dike û çekdarên serhildêrên kurd, lehengên serhildêr Biroyê Hesikê Têlî û hevalên wî bi bêbextî, qeleşî dikujin. Ferzende birîndar dibe wî jî li hepisxaneyê bi jehrê dikujin. Şêxê welatparêz Şêx Zahîr dikujin. Û ji xwe bêbextiya Şahê Eceman û qeleşiya wan heta dema Ayatullahan didome. Ji pêşeva Qazî Mihemed hetanî Qasimlo, Şerefkendî hemû jî bi bêbextiya eceman têne kuştin. Desthilatdariya ecemên Îranê tim bêbextî, qeleşî, du rûtî û xayiniyê kirine, kurd kuştine. Hêj jî Ayetullahên hov her roj kurdan darve dikin, dieliqînin, wan îdam dikin. Dewleta dagirker a ecemên Îranê herdem li hemberê kurdan tevdigerin.
Tam dema ku min pirtûka Ercan Aras ya biyografiya Ferzende Begê dixwend û vê gotarê dinivîsî, Îsraîlê êrişê Îranê kir, li Îranê xist, gelek serbaz, general, îlîmdarên olî, mihendizên çêkirina atomê, wargehên Îranê ên leşkerî û wargehên ku têde bi uranyumê dixwazin bombeya atomê çêbikin bombe kir, wan deran xirab kir, avahiyên wan wêran kir, hilweşand in.
Temenê desthilatdariya Ayatullahên hov, paşverû kin e. Ew jî dê wek Saddamê dîktator têk biçin. Kurdên rojhilatê Kurdistanê jî dê bigîşin azadiya xwe.
Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Ercan Aras karekî baş kiriye, li ser jiyana lehengekî kurd lêkolîn kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Pirtûka wî hêjayê xwendinê ye.
Lokman Polat I polat.lokman@gmail.com