Belgesela "Îsmaîle Me" Bala Dikişîne Ser Jiyana Îsmaîl Beşikçi

Belgesela "Îsmaîle Me" Bala Dikişîne Ser Jiyana Îsmaîl Beşikçi li Festîvala Amedê

Sep 24, 2025 - 10:16
Belgesela "Îsmaîle Me" Bala Dikişîne Ser Jiyana Îsmaîl Beşikçi
civaknasê navdar Îsmaîl Beşikci

Diyarbekir - Kurdistan: Fîlma belgesel a bi navê "Îsmaîle Me", ku ji aliyê derhêner Fatih Kanat û Önder Înce ve hatiye çêkirin, dê di navbera 26-30'ê Îlonê de li 9. Festîvala Fîlman a Belgesel a Amedê, bi temaşevanan re were pêşandan. Ev fîlm, girîngiya civaknasê navdar Îsmaîl Beşikci û xebatên wî yên bêhempa yên li ser Kurd û Kurdistanê, tîne ber çavan.

Belgesel, çîroka jiyan û berxwedana Beşikci ronî dike, ku bi salan ji bo rastiyên Kurd û Kurdistanê bi awayekî zanistî û bêşert û bê rawestan têkoşînê da. Karên wî yên lêkolînî, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd eşkere kirin û bingeheke zexm ji bo xebatên Kurdolojiyê avêtin. Ji ber van xebatan, Beşikci gelek caran rastî zext û zordariyê hat, salên dirêj di zindanan de ma, lê tu carî dev ji prensîbên xwe berneda.

Îsmaîl Beşikci, bi nêrîna xwe ya civaknasî û analîzên xwe yên kûr, bû dengê bêdengiyan û wijdanê civakê. Wî her tim li hember neheqî û bêedaletiyê rawesta û mîrateyeke entelektuelî ya mezin ji bo nifşên nû hişt. Xebatên wî yên li ser pêkhateya civakî ya Kurdistanê, dîroka Kurdan, pirsgirêka statuya Kurdan di qada navneteweyî de û mafên wan ên çandî û siyasî, îro jî weke çavkaniyên bingehîn têne qebûlkirin.

Derhêner Fatin Kanat û Önder Înce, her weha diyar kirin ku ew bi dilgermî li benda festîvalê ne. Wan got, "Em kêfxweş in ku dê fîlma me li Amedê bi dost û hevalên me yên Amedî re were pêşandan. Hêvîdar in ku ev fîlm bibe wesîleya nîqaşên girîng û têgihiştineke kûrtir li ser jiyan û xebatên Îsmaîl Beşikci, ku em bi qedr û qîmet dizanin."