Hêvî Ji Nisêbînê Bihêz Dibe
Koma Çand û Hunerê ya "Hêvî" Li Nisêbînê Ji Bo Jiyaneke Hunerî Zindîtir Derket Holê

Nisêbîn - Kurdistan: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, hunerhezên ji komên pîşeyên cuda û ciwanan pêk tên, komeke çand û hunerê bi navê “Hêvî” ava kirin. Armanca vê koma nû, vejandin û geşkirina jiyana çandî û hunerî ya bajêr e.
Li gorî daxuyaniya endamên komê, ew ê ji bo çand û hunera Nisêbîna rengîn bibin hevên û "hevirtirş" da ku ew xurt bibe û pêş bikeve. Her wiha, wan anî ziman ku ew ê piştgiriya ciwanan bikin da ku ew jî bi çalakiyên çand û hunerê "rastiya xwe derxin holê".
Di vê çarçoveyê de, "Hêvî" dê hem berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bike hem jî hunermendên ji derveyî bajêr vexwîne ku li Nisêbînê çalakiyan li dar bixin. Endamên komê bang li hemû hunerhezên Nisêbînê kirin û destnîşan kirin ku ew ji bo hevkariyê û pêwendiyê amade ne. Wan di dawiya daxuyaniya xwe de anîn ziman, "Em hêvîdar in ku bi vî awayî jiyana bajarekî xweştir biafirînin."