DKKI hemû Dîwanên Cegerxwîn dîjîtalîzekirin

Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Almanî bi projeyeke mezin hemû dîwanên Cegerxwîn dîjîtalîze kirin.

Aug 7, 2025 - 08:40
DKKI hemû Dîwanên Cegerxwîn dîjîtalîzekirin

Dîwanên Cegerxwîn hatin dîjîtalîzekirin: ‘Ruhê yekîtiya neteweyî ye’

Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Almanî bi projeyeke mezin hemû dîwanên Cegerxwîn dîjîtalîze kirin.

Birêvebirê Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Almanî Hakan Akay da zanîn ku di çarçoveya projeyê de 81 kesayetên navdar nêzîkî 900 helbest hatine xwendin û 10 dîwanên Cegerxwîn li ser platformên dîjîtal hatine weşandin.

Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Almanî ya ku ji aliyê muzîkjen û komponîst Hakan Akay ve hatiye avakirin, bi projeyeke mezin hemû berhemên Cegerxwîn derbasî qada dîjîtal dike da ku nifşên nû jî karibin bi hêsanî li wan guhdarî bikin.

Di projeya ku nêzîkî 900 helbestên Cegerxwîn hatine dîjîtalkirin de, 81 kesayetiyên wekî muzîkjen, edebiyatnas, şêwekar û şanogeran helbest xwendin.

Her wiha dê 25 helbestên Cegerxwîn li zimanên wekî Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî werin wergerandin û Hakan Akay dê muzîkê jî ji bo wan çêbike.

Muzîkjenê navdar û Birêvebirê Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Almanî Hakan Akay bû mêvanê Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser projeyê bersivandin.

Hakan Akay destpêka projeyê wiha anî ziman:

“Berî 12 salan, ez bi mamoste Şivan Perwer re çûbûm Hewlêrê ji bo destûrgirtina straneke Xêro Ebas ku gotinên wê yên Seydayê Cegerxwîn bûn.

Em bi kurê wî Kek Keyo re axivîn. Wî behsa mafên Seydayê Cegerxwîn kir û got em dikarin çi bikin.

Min jî got em alîkariya malbata Cegerxwîn bikin, ji ber ku kar û barên wî bingeha hunera me ye.

Çi ji destê me tê em ê bikin.”

Akay li ser sedema dîjîtalîzekirinê jî wiha got:

“Em gihîştine serdemeke dîjîtal, pir kes nikarin pirtûkan bixwînin an jî xwe bigihînin pirtûkan.

Salek berê me dest pê kir. Nêzîkî 900 helbestên mamoste Cegerxwîn hene.

Divê em van dîjîtalîze bikin, ji ber ku Kurd muzîkê û stranan guhdarî dikin, bila êdî helbestan jî guhdarî bikin.

Ev ji bo kesên ku fêrî Kurdî dibin di aliyê telafuzê de çavkaniyeke pir baş e û ji bo hunermendan jî repertuareke mezin e.”

Hakan Akay da zanîn ku proje bi dawî bûye û hemû dîwan amade ne û anî ziman:

“10 dîwanên Cegerxwîn hemû amade ne. Me hemû dîjîtal kirin û niha li ser Spotify, iTunes û YouTubeyê ji bo guhdarkirinê amade ne.

81 kesan jî bi vîdeoyan helbest xwendin.

Me dîwaneke 11emîn jî wekî bijarteyek amade kir. Ev mizgîniyeke xweş û çavkaniyeke baş e.”

Akay tekezî li ser ruhê neteweyî yê di helbestên Cegerxwîn de kir û got:

“Em di nava helbestên Cegerxwîn de yekîtiya Kurdan dibînin.

Ruhê Cegerxwîn ruhê yekîtiya neteweyî ye.

Zaza, Soran, Kurmanc, hemû di bin sîwana wî de digihîjin hev.

Ji ber ku hest neteweyî û mirovî ye, mirovan tîne ba hev.”

Hemû dîwanên Cegerxwîn li ser vê kanala Youtube 

 https://www.youtube.com/@Helbest%C3%AAnCegerxw%C3%AEn/playlists