Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serok Trump kir
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serok Trump kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê, kir.
Roja Duşemê, 23ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Tom Barrack, Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, kir.
Di vê hevdîtinê de, ku birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, birêz Tom Barrack ji bilî wê yekê ku dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman û rûmeta rola Serok Barzanî di rêgirtina li ber berfirehbûna şer û tundûtûjiyê, herweha hewldana ji bo aramkirina geşedanên vê dawiyê yên Sûriyê û sergirtina rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, da. Herweha destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk û alozîyên Iraqê jî divê ji hikmet û şîretên Serok Barzanî sûd were wergirtin. Birêz Tom Barrack herweha tekez kir ku welatê wî dixwaze Iraq xwedî serwerîya xwe be û di vê çarçoveyê de girîng e ku Amerîka pêwendî û hevkarî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hebe.
Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî bal kişand li ser dîrok û têkoşîna gelê Kurdistanê û tawana jenosîda ku li hemberî gelê Kurdistanê hatiye kirin û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê her dem xwazyarê aşitî û pêkvejiyanê bûye û xwestiye ku pirsgirêk ji tundûtûjiyê dûr werin çareserkirin. Di derbarê Iraqê de jî, Serok Barzanî destnîşan kir ku pabendbûna bi destûr û bingehên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê dê bibe sedema pêşketina Iraqê û berjewendiya gelên Iraqê jî di cîbicîkirina destûrê de ye û divê Iraq xwedî biryar û serweriya xwe be û bi hemû cîranan re berjewendiyên hevpar hebin û hevkarîya di navbera Amerîka û Iraqê de jî were berçavgirtin. Serok Barzanî dubare kir ku divê hikûmeta dahatû ya Iraqê pabendî cîbicîkirina destûr û bingehên federalîzmê be û herweha ji bo çareserkirina pirsgirêkan, qanûnan ji bo wan mijarên ku hêj nehatine çareserkirin û ji bo dahatûya gelên Iraqê girîng û bi qîmet in, werin derxistin, wek qanûna neft û gazê, maddeya 140 û wan qanûnên ku bi cîbicîkirina prensîbên federalîzmê di dewleta Iraqê de ve girêdayî be.
Di derbarê mijara Serokkomariyê de, Serok Barzanî destnîşan kir ku ji ber ku ev post para gelê Kurdistanê ye, divê mekanîzmayek hêja ji bo destnîşankirina berbijarê serokkomar hebe ku vîna gelê Kurdistanê nîşan bide. Derbarê mijara serokwezîrê Iraqê de jî, Serok Barzanî ligel ku tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna bi berjewendiyên Iraqê kir, diyar kir ku çarçoveya hevahengiyê dê biryarê li ser berbijarê posta serokwezîr bide û ji bo wan jî girîng e ku serokwezîr pabendî destûr û prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê be.
Pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn û Serok Barzanî hêvî xwest ku pirsgirêkên herêmê bi aşitî werin çareserkirin û herêm ji şer û tundûtûjiyê dûr be.